Opozisyona Sûriyeyê: Di êrişa HSDyê de 5 çekdarên me hatin kuştin

29-07-2023
RÛDAW
Nîşan Opozisyona Sûriyê HSD Marih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Opozisyona Sûriyeyê ragihand ku di êrîşeke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de li gundewarê Marihê yê li bakurê Helebê 5 çekdarên wan hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Opozisyona Sûriyeyê di daxuyaniyekê de got: “Îro serê sibehê, grûpeke HSDyê bi piştevaniya hêzên Hikûmetê û Hêzên Rûsyayê, ji Til Rifetê ve êrîşî du xalên hêzên me kir.”

Li gorî daxuyaniyê ew êriş li gundewarê Marihê hatiye kirin û di êrîşê de 5 çekdarên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê hatin kuştin.

HSD: 4 şervanan canê xwe ji dest da

Heta niha HSDyê ti daxuyanî li ser vê yekê nedaye, lê duh dabû zanîn ku di êrişekê de 4 şervanên wan canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihandibû, duh demjimêr 19.00an droneke Tirkiyeyê gundê Xirbê Xwê yê bajarokê Amûdê yê Cizîrê bombebaran kiriye.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, di encama bombebarana gundê Xirbê Xwê de 4 şervanên Parastina Xweser canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst