Îsraîlê li Sûriyê cebilxaneya Hizbullah a Lubnanê bombebaran kir

29-04-2023
RÛDAW
Nîşan Lubnan Sûriye Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serê sibeha îro Şemiyê, firokeyên şer ên Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li derdora bajarê Humisê yê Sûriyê û cebilxaneya Hizbullah a Lubnanê bombebaran kirin.

Li gorî ajansa fermî ya Hikûmeta Sûriyê (SANA) di encama êrîşa Îsraîlê de 3 kes birîndar bûne û agir bi benzînxaneyekê ketiye, her wiha hejmareke tankerên sotemeniyê jî şewitîne.

SANAyê her wiha da zanîn ku sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê hejmarek mûşekên Îsraîlê xistine xwarê.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku êrîş li dijî embarên çekan ên Hizbullah a Lubnanê yên li Firokexaneya Debha ya li gundewarê Humisê pêk hatiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst