Êrîşa esmanî li Idlibê: 7 kuştî, 13 birîndar

22-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di êrîşeke esmanî de li parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê ku di bin kontrola komên çekdar û Tirkiyê de ye, 7 kes hatin kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihandiye, di êrîşa esmanî de her du gundên Yaqûbiye û Cudeydeya yên li rojavayê bajarê Idlibê hatine bombebarankirin.

Di êrîşê de 7 kes hatine kuştin û 13 kes jî birîndar bûne.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, ew êrîşa esmanî ji aliyê Rûsyayê ve hatiye pêkanîn.

Çavkaniyên ser bi komên çekdar ên dijî hikûemta Sûriyê ve ragihandine saet di 05.36an de balafira şer a Rûsyayê ji baregeha Himeymîm a li Lazqiyeyê rabûye û êrîşî herdu gundan kiriye.

Tê nûkirin….

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst