Beşar Esed efûya giştî ragihand

16-11-2023
RÛDAW
Nîşan Efûya Giştî Beşar Esed Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê bi rêya yasayekê efûya giştî ragihand.

Li gorî madeya yekem a wê yasayê Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed, ji bo hemû tawanên ku berî 16ê Çiriya Paşînê hatine kirin efûya giştî derxist.

Li gorî yasayê, efû kesên tawanbar ên ku ji destê dadmendiya hikûmetê reviyane wan li xwe nagire, bi mercê ku xwe teslîm bikin.

Kesên li Sûriyeyê ne divê di 3 mehan de û kesên li derve jî divê di 6 mehan de xwe teslîm bikin.

Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed dawiya sala 2022yan jî efûya giştî derxistibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst