BAB - Komên çekdar gefan li gundekî Kurdan dixwin

02-04-2025
RÛDAW
Endamên komên çekdar / Wêne: Arşîv
Endamên komên çekdar / Wêne: Arşîv
Nîşan Heleb Komên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Hemzat û Emşat gefa êrişê li gundê Nêrebiyê yê bajarokê Babê yê parêzgeha Helebê dixwin.

Parêzer û mafnas Îbrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, piraniya niştecihên gundê Nêrebiyê ku di bin gefa wan çekdaran de ne Kurd in.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku ji meha dawî ya sala borî ve ew gund di bin kontrola komên çekdar ên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de ye.

Parêzer û mafnas Îbrahîm Şêxo da zanîn ku şêniyên gundê ji Hêzên Ewlehiya Giştî ya Sûriyeyê daxwaza parastinê dikin.

Ew daxwazê ji wan hêzan dikin ku rê li ber wan binpêkirinan bigirin.

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku bangawaziya xelkê wî gundî ji bo wê yekê ye ku çekdar êrişî gund nekin û fitneyekê di navbera Kurd û Ereban de dernexin.

Şer û pevçûn jî di navbera çekdarên her du koman de derketin û bi sedema wê rewşê tirs li cem xelkê çêbûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst