Çînê zêdeyî 3 hezar û 500 ton genim û birinc da Sûriyê

13-06-2023
Loloxan
Nîşan Çîn Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Çînê yê li Sûriyê ragihand ku welatê wî zêdeyî 3 hezar û 500 hezar ton genim û birinc dide mexdûrên erdheja 6ê Sibata 2023an li Sûriyê.

Balyozê Çînê yê li Sûriyê Shi Hongwei diyar kir ku ji wan alîkariyan 2 hezar 336 ton genim û 1 hezar û 180 ton jî birinc e.

Balyoz Shi Hongwei derbarê wan alîkariyan de pêr 11ê Hezîranê li ser twîttera xwe peyamek belav kiriye û têde ragihandiye: “Îro ez beşdarî merasîma radestkirina alîkariyên xwarinê yên hikûmeta Çînê bo hikûmeta Sûriyê bûm. Çîn wek bira û dostê Sûriyê dê berdewam be ji bo ku gelê Sûriyê jiyaneke xweştir bijî.”

Li beramber pêşkêşkirina wan alîkariyan, Serokê Heyva Sor a Sûrî Xalid Hebbûbatî spasiya hikûmeta Çînê kir û got, dê ew alîkariyên Çînê bigihin destê mexdûrên erdhejê.

Serokê Heyva Sor a Sûrî, Xalid Hebbûbatî got: “Em zêde minnetbarên hikûmeta Çînê ne bo alîkariya wê, di demekê de ku Sûriye rûbirûyê krîzeke mirovî dibe. Em herdem alîkariyan jê werdigirin. Ev ne cara yekem e. Çîn alîkariya gelê Sûriyê dike ku pêwîstî bi wan heye li her cihekî û her sal.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst