ŞAM - Hakan Fîdan û şandeya pê re bi Ehmed Şer re civiyan

Duh li 10:25
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Sûriye Ehmed Şer Hakan Fîdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahim Kalin li Şamê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiyan.

Şandeya payebilind a Tirkiyeyê bi awayekî fermî çû Şama paytexta Sûriyeyê.

AAyê ragihand ku şandeya Tirkiyeyê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiyaye.

Heta niha li ser naveroka hevdîtina şandeya Tirkiyeyê ti agahî nehatine belavkirin.

Lê hat destnîşankirin ku di civînê de pêwendiyên dualî û pêşhatên dawî yên li herêmê hatine nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst