‘Peymana Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî bandor li nivîsandina destûrê nekir’

13-03-2025
RÛDAW
Nîşan Komîteya Amadekirina Reşnivîsa Destûra Sûriyeyê Şam Sûriye Ehmed Şer Mezlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Ragihandinê ya Destûrê ya Sûriyeyê diyar kir ku peymana di navbera Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ti bandor li ser reşnivîsa destûra demkî nekir.

Endamên Komîteya Nivîsandina Ragihandina Destûrî ya Sûriyeyê Ebdulhemîd El-Ewak û Rêyan Kuheylan li Şama paytexta Sûriyeyê di konferansa çapemeniyê de axivîn.

Ebdulhemîd El-Ewak Rêyan behsa reşnivîsê kir û got:

"Me tewsiye kir ku destûreke daîmî ji bo welêt were pêşkêşkirin û me ji bo vegerandina sîstema siyasî bo gaveke destûrî ya rastîn kar kir.

Me destûra xwe bi awayekî daniye ku rê li ber avakirina desthilatdariyeke dîktariyê digire û desthilata milet li ber çavan digire.”

Komîteyê reşnivîsa destûrê radestî Ehmed Şer kir.

“Deshilata serokkomar ne bê sînor e”

Ebdulhemîd El-Ewak Rêyan da zanîn ku lihevkirina Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî bandor li ser nivîsandina destûra demkî nekiriye û wiha got:

“Me tekezî li parastina maf û azadiyan kiriye, pêwendiyên wezîran dê rasterast bi serokkomar re hebe.

Desthilata cibicîkirinê dê di destê serokkomariyê de be, guherandina serokkomar di desthilata parlamentoyê de ye.

Serokkomarî dikare rewşa awarte ragihîne, qonaxa veguhestinê wê 5 salan dewam bike, efûya giştî di desthilata parlamentoyê de ye.

ji serokkomaroyê re desthilata bê sînor nehatiye dayîn û rêz li dadperweriyê hatiye girtin ku daxwaza gelê Sûriyeyê ye.”

Ebdulhemîd El-Ewak Rêyan da zanîn ku reşnivîsa destûra demkî ya Sûriyeyê heta dawiya meha Adarê dê bê qedandin û pêşkêşî gelê Sûriyeyê were kirin.

Ev daxuyanî piştî wê yekê tê ku hinek çavkaniyan îdia kiribûn ku Ehmed Şer (Colanî) û Mezlûm Ebdî bi hinek mercên taybet li hev kirine û ev yek dê bandorê li ser destûra demkî bike.

Komîteyê tekez kir ku nivîsandina destûra demkî karê pisporên qanûnî ye û li gorî berjewendiyên gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyan ve tê amadekirin.

 Endama Komîteya Nivîsandina Reşnivîsa Ragihandina Destûrî Rêyan Kuheylanê jî got,"Ji bo hemû gelên Sûriyeyê azadî di destûrê hatiye destnîşankirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst