Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Laziqiyeyê yê Sûriyeyê teqîn çêbû û li gorî zanyariyên destpêkê, 3 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku îro berê êvarê li taxa Remlê ya Laziqiyeyê teqînek çêbû.
Parastina Sivîlab a Laziqiyeyê diyar kir ku di encama teqînê avahiyeke çar qatî bi temamî rûxiyaye.
Her wiya Parêzgariya Laziqiyeyê jî da zanîn ku di teqînê de herî kêm 3 kes mirine û 12 kes jî birîndar bûne.
Li aliyê din, lêgerîn û rizgarkirina tîmên parastina sîvîlan jî berdewam dike.
Li bajarê Laziqiyeyê yê Sûriyeyê teqînek çêbû û avahî bi temamî rûxiya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 15, 2025
Li gorî zanyariyên destpêkê 3 mirin û 12 kes jî birîndar bûn pic.twitter.com/3Uxv4rvoU3
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse