Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Nakkarînê yê parêzgeha Helebê yê Sûriyeyê goreke bikom hat dîtin ku tê texmînkirin cesedên sivîlên ji aliyê desthilata Beşar Esed ve hatine kuştin tê de hene.
Piştî têkçûna deshilata Beasê di xebatên lêgerînê yên li seranserê Sûriyeyê de gorên bikom tên dîtin.
Tîmên Parastina Sivîlan û hêzên ewlehiyê yên Helebê li gundê Nakkarînê yê Helebê goreke bikom dît.
Bermayiyên cesedên sivîlên wisa tê texmînkirin ku ji aliyê desthilata Beasê ve hatine kuştin ji gorê hatin derxistin.
Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) 29ê Kanûna Pêşîn ragihandibû ku li dora herêma Holayê ya bajarê Himsê goreke bikom hatiye dîtin ku tê texmînkirin a sivîlên ji aliyê desthilat Esed va hatine kuştin e.
Li Sûriyeyê bi dehan gorên bikom hene
Tê texmînkirin ku li Sûriyeyê gelek gorên bikom hene ku hîn nehatine dîtin.
Armanc ew e ku nasnameya cinazeyên ku ji gorên bikom hatine derxistin bên tesbîtkirin û aqûbeta kesên winda bê eşkerekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse