Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Sûriyeyê ragihand ku Îsraîlê êrişî çend xalên li başûrê Şama paytexta Sûriyeyê kiriye.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di êrişa Îsraîlê de şêwirmendekî Supaya pasdaran a Îranê jî di nav de 3 kes hatin kuştin.
Artêşa Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand, Îsraîlê vê sibehê saet 04:20an çend mûşek ji Girên Colanê avêtine herêma Seyîd Zeynebê ya başûrê Şamê.
Herwiha artêşa Sûriyeyê da zanîn ku wan jî bi sîstemên parastina esmanî bersiv daye û gelek mûşekên Îsraîlê hatine.
Li gorî artêşa Sûriyeyê ti ziyanên canî çênebûne tenê ziyanên madî çêbûne.
Li herêma Seyîd Zeynebê ya Şamê baregehên grûpên ser bi Îranê ve hene û gelek caran bûye armanca êrişên Îsraîlê.
Li gor Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka 2024an ve Îsraîlê 8 caran êrişî Sûriyeyê kiriye.
Di encama wan êrişan, 5 pasdarên Îranê, 4 çekdarên Hizbulahê, 12 çekdarên ser bi Îranê ve û sivîlek hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse