“Daketina nirxê lîreyê Sûrî bi nêzîkbûna Hikûmeta Sûriyê û Komkara Erebî ve girêdayî ye”

12-05-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Akademîsyen û aborînas ê ji Rojavayê Kurdistanê Musellem Talas
Akademîsyen û aborînas ê ji Rojavayê Kurdistanê Musellem Talas
Nîşan Lîreyê Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîreya Sûriyê her ku diçe zêdetir bihayê xwe ji dest dide û di dîroka xwe de yekem car e 1 dolarê Amerîka 9 hezar lîreyên Sûrî derbas kiriye. Akademîsyen û aborînas ê ji Rojavayê Kurdistanê Musellem Talas got, “Derbarê daketina lîreya Sûrî di vê dema derbasbûyî de, du faktor hene ku yek jê bi nêzîkbûna Hikûmeta Sûriyê û Komkara Erebî ve girêdayî ye.”

Daketina bihayê pereyên Sûriyê her berdewam e. Yekem car e di dîroka lîreya wî welatî de ku daketiye nizmtirîn ast ji bihayê xwe, li beramber pereyên biyanî û bi taybetî dolar.

Pereyên Sûrî gihiştine 9 hezar û 300 heta 9 hezar û 500 lîreyan li beramber 1 dolarê Amerîkî. Di demekê de ku berî hefteyekê 1 dolar bi 8 hezar û 250 lîreyên Sûrî bû. Berawird bi sala par a 2022an, di heman rojê de, ango 12.05.2020an, 1 dolar bi 3 hezar û 915 lîreyên Sûrî bû.

Êdî îsal li gorî par, ew daketin bi qasî derdora 2 qatan bêhtir bûye. Weke heman rojê, berî 3 salan, ango 12.05.2020an, yek dolar bi 1 hezar û 512 lîreyên Sûrî bû. Wiha jî, îsal li gorî 2020an, ew daketin bi qasî derdora 8 qatan bêhtir bûye. Akademîsyen û aborînasekî Kurd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re vê rewşê analîz dike.

Akademîsyen û aborînas ê ji Rojavayê Kurdistanê Musellem Talas anî ziman, “Derbarê daketina lîreya Sûrî di vê dema derbasbûyî de, du faktor hene, faktorek demdirêjiyê ye, girêdayî rewşa Sûriyê û aborî bi giştî û hinekî polîtîka diravî ya ku Sûriye di demên dawî de, ber bi alî lîberalîzmê de û astengiyên li ser bazirganiya diravan çê dikin, sivik kir, ji xwe ew bazirganî wê bêhtir bibe, li hember wê jî Banka Navendî daket, yedeka wê ji diravên biyanî kêm e êdî nikare kontrol bike û dê dakeve. Ya duyem jî girêdayî nêzîkbûna di navbera hikûmeta Sûriyê û Komkara Erebî, yek ji faktorên sereke jî bazirganiya kaptagon e.”

Akademîsyenê Kurd Musellem Talas vê rewşa krîza aborî û darayî li kêleka hin faktorên din, bi faktora bazirganiya bi madeyên hişbir û hebên kaptagonê ve girêdide.

Akademîsyen û aborînas ê ji Rojavayê Kurdistanê Musellem Talas got, “Bazirganiya Kaptagon, hejmareke mezin ji diravên biyanî derbasî welêt dike, tê texmînkirin di navbera 4 heta 6 milyar dolarî, derbasî welêt dike, êdî ev yek dibe xurtbûn ji lîreya Sûrî re. Eger li gorî wê lihevhatina navbera Sûriyê û Komkara Erebî de, ew bazirganî bê rawestandin yan hinek texmîn hne ku bê rawestandin, êdî trs ji vê yekê çê dibe, tirs çê dibe ku ew 4 heta 6 milyar dolarî derbasî welêt nebin, êdî her wê lîreya Sûrî bêhtir dakeve û lawaztir bibe.”

Hevterîpî rewşa siyasî, ewlehî, leşkerî û aborî ya Sûriyê, asoya bihayê pereyên wî welatî li beramberî peryên biyanî ne diyar e, ne jî asayîkirina pêwendiyên Şamê ligel çend welatên Erebî, dikarîbû daketina xurt û bilez a bihayê lîreya Sûrî ragire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst