Aborînasekî Sûrî: Yedeka diravên biyanî li Banka Navendî ya Sûriyê nemaye

14-07-2023
Loloxan
Nîşan Sûriye Lîreyê Sûrî Banka Navendî ya Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Aborînasê Sûrî Mislim Tilas ragihand, hikûmeta Sûriyê nikare herifîna berdewam a bihayê Lîreyê Sûrî rawestîne, ji ber ku yedeka diravên biyanî li ba wê nemaye.

Mislim Tilas ku li Peymangeha Almanî ya Geşepêdan û Berdewamdayînê (IDOS) kar dike, roja 13ê Temûza 2023an ragihand, yedeka diravên biyanî li Banka Navendî ya Sûriyê nemaye daku berevaniyê di ber bihayê Lîreyê Sûrî de bike, herwiha nikare asankariyan di pirsa veguhestina hewaleyên diravên biyanî de li bazarê bike daku bihayê xwe zêde ji dest nede.

Li gor Tilas, di salên şerê navxwe yê Sûriyê de aboriya Sûriyê ji sedî 70ê şiyanên xwe ji dest dane, herwiha berhemanîna navxweyî berî şerê navxwe salane 60 milyar dolar bû, lê niha bûye tenê 20 milyar dolar.

Wî aborînasê Sûrî herwiha da zanîn, eger weberanîn ji aliyê kompanyayên Erebî û biyanî li nav Sûriyê çênebe, dê Lîreyê Sûrî her û her nirxê xwe ji dest bide, ew jî di demekê de ku heta niha asayîkirina peywendiyan di navbera hikûmeta Sûriyê û welatên Erebî de tenê maye di çarçoveya dirûşman de.

Adara 2011an wate destpêka krîza Sûriyê 47 Lîreyên Sûrî beramberî 1 dolarê Amerîkî bû, lê niha zêdeyî 10 hezar Lîreyên Sûrî beramberî dolarekî ye, ew jî di demekê de ye ku hêza kirrîna welatiyan li bazaran zêde lawaz bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst