Şerê li berava Sûriyeyê: ‘Ew bawer nakin ku em artêşeke pispor in’

07-03-2025
RÛDAW
Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Laziqiye Banyas Tertûs Şer
A+ A-

Şam (Rûdaw) - Li bajarên Laziqiyê û Ceblê yên Sûriyeyê di navbera komên çekdar û hêzên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de şer û pevçûnên dijwar derketin.

Hêzên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê dibêjin ku ew êrişî pêkhateyan nakin û komên çekdar ên ku êrişî wan dikin bermahiyên rejîma berê ne.

Endamekî hêzên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê anî ziman:

“Em li vir dibêjin ku ev şer di navbera leşkerên Sûriyeyê û bermahiyên rejîma berê de ye.

Em ne li dijî pêkhate û olan in.

Wan kar û hevahengî bi serkêşiya leşkerên Firqeya Çaran û Zêrevaniya Cimhûrî yên reviyayî re dikir.

Ew heta niha bawer nakin ku em artêşeke pispor û bi sazî ne.”

Li gorî zanyariyên taybet ên Rûdawê, operasyonên leşkerî li bajarê Laziqiyeyê û Banyasê bi dawî bûne û niha Hêzên Ewlehiya Giştî li endamên komên çekdar di nava malan de digerin.

Piştre jî ew dê berê xwe bidin bajarê Ceblê û hemû bajarên berava Sûriyeyê.

“Li pey bermahiyên rejîma berê ketin”

Endamekî Hêzên Ewlehiya Giştî jî got:

“Hêzên ewlehiya navxwe li pey bermahiyên rejîma berê ketin.

Îro danê sibehê, şikir ji Xwedê re, aramî hêdî hêdî vedigere û em dê li pey bermahiyên rejîma berê bikevin heta ku aramî û aştî vegere hemû berava Sûriyeyê.”

Di encama şer de nêzîkî 70 kesî ji her du aliyan hatin kuştin û bi dehan jî birîndar hene.

Ji bo sepandina ewlehiyê jî, qedexeya derketina derve li Laziqiye û Tertûsê şeva borî hat ragihandin.

Hêzên ewlehiyê tekez dikin ku rewş di bin kontrolê de ye.

Xelkê sivîl jî dibêje ku ew ji şer westiyane û divê Sûriyeya nû bi aramî û bê qurbanî were avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst