Hewlêr (Rûdaw) - Lîwaya Cebelê ya li parêzgeha Siweydayê ya Sûriyeyê xwe ji bo parastina Durziyan amade dike.
Perwerdeya leşkerî ya Lîwaya Cebelê ya li parêzgeha Siweydayê didome.
Çekdarên lîwayê ku Durzî ne, dibêjin armanca wan ew e ku xwe biparêzin.
Fermandarê Lîwaya Cebelê Ebû Elî ji Rûdawê re got:
"Bi awayekî giştî, çekên me ne ji bo berfirehbûnê ne lê ji bo berevanî û xweparastinê ne.
Ji bilî wan kesên ku êrişî me dikin, ti dijminên me nînin. Em cotkar in û erdên me ji bav û kalên me mane ku çavdêriya vê derê kirine û parastine.
Niha jî erkê me ye ku em ji bo zarokên xwe biparêzin."
Nêzîkî 5 hezar çekdarên Lîwaya Cebelê hene
Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, nêzîkî 5 hezar çekdarên Lîwaya Cebelê hene.
Çavkaniyekî ji Rûdawê re diyar kir ku ew ne amade ne çekên xwe radestî hikûmetê bikin û baweriya wan bi desthilata nû ya Şamê nîne.
Hinek ji wan ditirsin ku tiştê li parêzgehên Laziqiyeyê û Tertûsê çêbûye, li herêma Siweydayê û gundewarê Şamê jî dubare bibe.
“Em rê nadin ku ti zerer bigihêje Durziyan”
Berdevkê Hikûmeta Îsraîlê David Mencer doh di konferanseke çapemeniyê de got:
“Niha dema mijar tê ser Durziyan, eger pêwîst bike, Îsraîl amade ye parastina şêniyên Durzî yên li Sûriyeyê li dijî hêzên rejîma nû bike. Em rê nadin ku ti zerer bigihêje Durziyan.”
Li nav Durziyan de derbarê piştgiriya Îsraîlê nerînên cuda hene.
"Hikûmeteke yekreng e"
Niştecihekî Siweydayê Nasir Helam jî got:
“Bi dîtina min, tiştê em îro ji dewletê dibînin ew e ku piştgiriya daxwaza hemû Sûriyeyiyan nake.
Hikûmeteke yekreng e û serkirdayetiya wê ji aliyê komên çekdar ve hatiye danîn ne ku hatiye hilbijartin."
Çalakvan Muan El Felak jî li ser helwesta Îsraîlê wiha got:
“Her kesê alaya Îsraîlê bilind bike yan bawer bike ku ew alaya me ye, xelet e.
Ev ala nayê bilindkirin lê divê di bin lingên me de be. Ew kesên ku ew ala jî bilind kiriye xwe firotine.
Îsraîl her tim dijminê Ereban bûye, ew sûdê ji rewşê werdigirin û hinek pirsgirêkan ji bo berjewendiya xwe bi kar tîne."
Durzî pêkhateyeke olî ne û nifûsa wan li cîhanê nêzîkî yek milyon kesî ye ku 500 hezar ji wan li Sûriyeyê dijîn.
Wan piştî rûxina desthilata Esed, heta niha destûr nedaye ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê nêzîkî herêmên wan bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse