Li beravê şer gur dibe: Herî kêm 70 kuştî

07-03-2025
Nîşan Laziqiye Şer Kuştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di şerê li berava Sûriyeyê yê navbera artêşa Sûriyeyê û komên çekdar de zêdetirî 70 kesî hatin kuştin.

Li parêzgeha Laziqiyeyê ya Sûriyeyê di navbera komeke çekdar û leşkerên niha yên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de şer derket.

Tê gotin ku koma çekdar ji leşkerên berê yên artêşa Beşar Esed pêk tê.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di van şer û pevçûnan de herî kêm 70 kes hatine kuştin.

SOHRê diyar kir ku her wiha bi birîndar û dîlgirtî jî hene.

Sûriyeya ku ji sala 2011an ve ji nav dest û lepên şerekî xwînrij nefilitiye dîsa difûre.

Li Laziqiyeyê şer û pevçûnan doh dest pê kir û kêlî bi kêlî berê wan li gurbûnê ye.

Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê şeva borî li Laziqiyeyê çûn û hatin qedexe kir.

SOHRê berê gotibû ku di pevçûnên xedar û dijwar ên li Laziqiye û Ceblê de herî kêm 48 kes hatine kuştin ku 28 ji wan şervanên alîgirên Esed in û 16 jî endamên hêzên ewlehiyê ne.

Li gorî amarên heman çavkaniyê, 4 sivîl bi destê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê hatibûn kuştin.

SOHRê ev êriş bi rengê “Êrişa herî tund a li dijî desthilata nû” wesifand ku û diyar kir ku hejmara kuştiyan herî kêm bûye 70.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst