Rojnamegerê Elewî Kenan Weqaf: Komkujiya Helebceyê tîne bîra me

08-03-2025
RÛDAW
Rojnameger Kenan Weqaf bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Rojnameger Kenan Weqaf bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Laziqiye Şer Elewî Kenan Weqaf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamegerê Elewî Kenan Weqaf li ser şer û pevçûnên li berava Sûriyeyê got, "Ev komkujî, Holokost û Komkujiya Helebceyê tîne bîra me."

Li bajarên Laziqiyê û Ceblê yên Sûriyeyê di navbera komên çekdar û hêzên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de şer û pevçûnên dijwar derketin.

Hêzên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê dibêjin ku ew êrişî pêkhateyan nakin û komên çekdar ên ku êrişî wan dikin bermahiyên rejîma berê ne.

Rojnameger Kenan Weqaf ku bi xwe Elewî ye bû mêvanê bultena Nûrojê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Kenan Weqaf ragihand ku rewş li parêzgehên berava Sûriyeyê heta astekê aram e lê bi hezaran xelkê sivîl bûne qurbanî.

Rojnamegerê Elewî Kenan Weqaf da zanîn:

“Ji gundewarê Misyafê ji başûr heta gundewarê Laziqiyeyê li bakur li hemû gundan qurbanî hene.

Hezar û 700 kes hatine kuştin û hejmareke malbatan bi temamî hatine kuştin wekî gundê Muxtarî, Sinewber, Ceble û taxa Qisûrê ya li Banyasê.”

Rojnameger Kenan Weqaf da zanîn ku wan vîdeoyên piştrastkirî yên kuştina xelkê sivîl hene û heta niha hezar û 700 nav hatine belgekirin.

Kenan Weqaf qala gundê Muxtariyê ya parêzgeha Laziqiyeyê kir û destnîşan kirk u bi tenê li wî gundî 175 kuştî hene û her wiha li taxa Qisûrê herî kêm 25 qurbanî û li gundekî Misyafê 65 hene.

"Em rastî komkujiyê tên"

Rojnamegerê Elewî Kenan Weqaf anî ziman:

“Em rastî komkujiyê tên û em nav lê dikin Holokosta Elewiyan.

Ev komkujî, Holokost û Komkujiya Helebceyê tîne bîra me.

Em bangî cîhanê dikin ku vê komkujiyê rawestînin.”

Kenan Weqaf diyar kir ku wan vîdeo ji gelek rêxistinan mafê mirovan ên li Amerîka, Ewropayê û welatên Erebî û Ofîsa Neteweyên Yekbûyî yên ji bo kar û barên mirovî û penaberan re şandine lê heta niha tenê daxuyanî hatine dayîn û rêkarên yasayî nehatine wergirtin.

Kenan Weqaf derbarê nasnameya kesên ku hatine kuştin jî destnîşan kir ku gund bi hûrî têne hilbijartin û wan gundan hildbijêrin ku yek reng be û Elewî bin û wan dikujin.

Rojnamegerê Elewî da zanîn ku her wiha hejmarek Xirîstiyan jî li gundewarê Himsê hatine kuştin.

Li ser vîdeoyên talankirina malan û diziyê Kenan Weqaf diyar kir ku li gundê Hefayê yê parêzgeha Laziqiyeyê ye êrişî gundan hatiye kirin û talan û dizî jî lê hatine kirin.

Rojnamegerê Elewî Kenan Weqaf da zanîn:

“Kom û çekdarên ku êriş kirine Çeçen, Efxan, DAIŞî, Ensar El Sune ne.”

Rojnameger Kenan Weqaf ragihand ku Elewiyan ji dema ketina Esed ve destê xwe ji bo desthilata nû dirêj kir û herêmên xwe radest kirin û çekên xwe radestî hêzên ewlehiyê kirin.

Kenan Weqaf diyar kir ku cara yekem hêzên ewlehiyê li gundê Dalî û Beyt Anayê yên li navçeya Ceblê gule berdan xelkê.

Sedema wê yekê jî ew bû ku hêz ji bo girtina kesekî ku li ser tora civakî rexne girtibûn çûbûn gund.

Çi bûbû?

Li bajarên Laziqiyeyê û Ceblê yên Sûriyeyê doh di navbera komên çekdar û hêzên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de şer û pevçûnên dijwar derketin.

Hêzên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê dibêjin ku ew êrişî pêkhateyan nakin û komên çekdar ên ku êrişî wan dikin bermahiyên rejîma berê ne.

Li gorî zanyariyên taybet ên Rûdawê, operasyonên leşkerî li bajarê Laziqiyeyê û Banyasê bi dawî bûne û niha Hêzên Ewlehiya Giştî li endamên komên çekdar di nava malan de digerin.

Piştre jî ew dê berê xwe bidin bajarê Ceblê û hemû bajarên berava Sûriyeyê.

Heta niha di şer û pevçûnan de ji hezarî zêdetir kes hatine kuştin û gelek birîndar hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst