Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya Şamê ji welatiyên xwe xwest ku îhtimala wê yekê heye ku di Cejna Remezanê de êriş pêk were neçin Sûriyeyê û yên li Sûriyeyê jî ji wî welatî derkevin.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyeyê li ser malpera xwe ragihand ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hişyariyê dide welatiyên xwe û got, " Di rojên Cejna Remezanê de îhtimala hêrişan li ser balyozxane, rêxistinên navneteweyî û dezgehên Hikûmetê Şamê heye."
Balyozxaneyê hişyarî da û got: "Rêyên êrişkirinê dibe ku êrişên çekdarî û bikaranîna bombe û teqemeniyan pêk were."
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyeyê li ser navê Wezareta Karên Derve ji welatiyên Amerîkayî xwest ku neçin Sûriyeyê û got, "Metirsiya teror, pevçûn, revandin, dîlgirtin, şerên çekdarî û desteserkirinê heye."
Balyozxaneyê çend tedbîr ji welatiyên Amerîkayî re destnîşan kirin û wiha domand:
"Di demeke lez de Sûriyeyê terk bikin, xwe ji civîn û qerebalixên mezin dûr bikin, hişyar bin li deverên geştiyaran zêde lê hene, dema ku rewş xirab bibe, amade bin xwe di stargehekê de veşêrin, her tim telefonên we de bila şarj hebe."
Sala 2012an di gel destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê, Balyozxaneya Amerîkayê li wî welatî kar û barên xwe rawestandibûn.
Niha Balyozxaneyê ji welatiyên xwe re diyar kir ku hewceyî şêwirmendiya lezgîn in divê pêwendiyê bi Beşa Berjewendiyên Amerîkayê ya Balyozxaneya Şamê ya li Çekyayê re pêwendiyê deynin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse