Li Reqayê êriş: Kuştî û birîndar hene

28-03-2024
Nîşan Reqa Êriş HSD DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Reqayê êrişî ofîsa Encûmena Leşkerî hat kirin, 2 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku grûpeke çekdar doh nîvro li Taxa el-Diriyê ya li rojavayê Reqayê, êrişî ofîsa rêvebiriyê ya Encûmena Leşkerî ya Reqayê kiriye.

Li gorî heman daxuyaniyê, di wê êrişê de du nobedarên ofîsê canê xwe ji dest daye û sivîlek jî birîndar bûye.

Li hêla din, dema hewl hatiye dayîn ku êrişkar werin girtin çekdarek ji wan birîndar bûye lê hîn şopa êrişkarên din tê ajotin.

HSDyê da zanîn, “Diyar e şaneyên DAIŞê li pişt wê êrişê ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst