Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Karûbarên Deraa di Îtîlafa Sûriyê de Eymen Asimî ragihand ku tişta li Deraayê dibe ne rêkeftin e, lê mecbûrkirina xelkê ye ku ji malên derkevin û koçberî bakurê Sûriyê bibin.
Berpirsê Karûbarên Deraayê Eymen Asimî ji Rdûawê got ku Îran bi serperiştiya Rûsya dixwaze xelkê Deraa ji navçeya wan derxîne û demografiya navçeyê biguhere.
Eymen Asimî diyar kir ku guhertina demografiya Deraayê bandorê li hemû navçeyên din ên Sûriyê dike û wiha pê de çû: “Tişta ku li Deraayê çêbûye ez nikarim bêjim rêkeftin e, lê mecbûkirina xelkê ye ku li ser belgeyekî îmze bikin ku mîlîsên Îranê li Deraayê dibin sîbera Rûsiyê de bên belavkirin. Tişta ku li wî bajarî çêdibe guhertina demografî ye û veguhestina xelkê navçeyekê ji bo navçeyeke din e bi serperiştiya Rûsya, û ev berprisyaretî dikeve stûyê Rûsya û Amerîka de û keresteya ku vê yekê bicîh dike Îran e, ji ber vê yekê jî tişte ez dibêjim, ew ne rêkeftine, lê dûrpêçkirina xelkê ye heta ku ji navçeyên xwe bên derxistin û demografiya navçeyê bê guhertin.
Asimî destnîşan kir kir ku ji ber wê jî ew yek bandorê li ser hemû pêkhateiyên gelê Sûriyê ji Ereb, Kurd, Siryan û hemû olan dike, ji ber ku guhertina demografî li Deraayê dê bandoreke nerênî li ser navçeyên din hebe û got: “Ji ber vê yekê jî tişta ku Rûsya dike rewakirina karê Îranê û mîlîsên wê ye. Derbarê ku dê rejîm navçeyê kontrol bike, ez dibêjim, rejîm nikare navçeyê kontrol bike, ji ber ku dê mîlîsên Îranê yên ku di lîsta Terorê de ne, dê navçeyê kontrol bike, ji ber vê yekê jî ezê di rêya televizyona we Rûdawê re ez dixwazim ji civaka navdewletî re bêjim, helwesta we ji mîlîên Îranê çi ye ku xelkê koçber dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse