Iraq: Dahateke zêde û hejarî û bêkariyeke zêdetir

31-10-2022
RÛDAW
Iraq: Dahateke zêde û hejarî û bêkariyeke zêdetir
Iraq: Dahateke zêde û hejarî û bêkariyeke zêdetir
Nîşan Iraq Gendelî Hejarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Plandanînê ya Iraqê ragihand, 11 milyon û 400 hezar hejar li Iraqê hene. Wate %30ê xelkê Iraqê hejar in, li gorî amara Wezareta Petrolê ya Iraqê, di 9 mehên îsal de zêdetirî 90 milyar dolar dahata petrolê hebûye, wate li gorî par, dahata nefta Iraqê du qat zêde bûye. Hevdem li gel zêdebûna dahatê, hejarî jî zêde bûye.

Endamê berê Lijneya Destpakiyê ya Parlamentoya Iraqê Teha Cîfaî dibêje, ji sala 2003an ve 300 heta 350 milyar dolar hatine dizîn û ew pere çûye derve.

Bexdaya paytexta Iraqê ye; Welatek ku gendelî bûye bela serê wê, ji ber wê bûye yek ji wan welatên ku her çendî dahata wê zêde jî dibe, hejarî û bêkarî jî lê zêde dibe.

Li gorî amarên Wezareta Petrolê ya Iraqê, îsal li gorî par dahata wê ya petrolê du qat zêde bûye, lê wezareta pîlandanînê dibêje, 11 milyon û 400 hezar feqîr hene ku dike nêzîkî %30ê welatiyên Iraqê.

Endamê Lijneya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Sebah Subhî got, “Di 2021an de 52 milyar dolar çûye nav xezîneya Iraqê lê di sala 2022an de zêditirî 90 milyar dolar ku em rêjeya hejariyê ya 2021 û 2022an bidine ber hev derdikeve holê tevî ku niha di xezîneyê pereyekî zêdetir heye. Rêjeya hejariyê ber bi zêdebûnê ve diçe, di şûna ku ber bi kêmbûnê ve biçe, ber bi zêdebûnê ve diçe.”

Nêzîka %95ê dahata giştî ya vî welatî bi rêya petrolê destdikeve.

Parêzgeha Besra nêzîkî %75ê dahata petrolê têxe gencîneya welat, lê gelek caran nişteciyîn wê ji ber kêmbûna xizmetguzariyan dadikevin qadan û nerazîbûnên xwe tînin ziman.

Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Cemal Koçer anî ziman, “Sedema zêdebûna dahatê vedigere ser du xalên sereke ku ew jî bihabûna nirxê gazê û zêdebûna tiştên firotinê. Di heman demê de rêjeya hejariyê jî zêde bûye ku ew jî vedigere ser du sedemên sereke. Sedema yekem ew e ku dewleta Iraqê budçe terxan nekirine wate piraniya welatiyan sûd ji dahatê nakin, ya duyem jî dema budçe tê terxankirin jî piraniya wê ji bo gendeliyê diçe û ji gendeliyê jî çîneke biçûk jê sûdê werdigirin.”

Li gorî Wezareta Petrolê ya Iraqê, di 9 mehên yekem yên îsal de zêdetirî 90 milyar dolar dahata petrolê hebûye, di heman dema sala bûrî de dahata petrolê 50 milyar û 98 milyon Dolar bûye. Teha Cîfaî, Endamê berê yê Lijneya Destpakiyê li Parlamentoya Iraqê dibêje, ji sala 2003ê ve 300 heta 350 milyar Dolarê Iraq hatiye dizîn û birine derveyî welat.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst