Li Geverê 31 kes ku di nav de polîs jî hene hatin desteserkirin

15-06-2023
Nîşan Colemêrg Gever Gendelî Polîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Li navçeya Geverê ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê di oparasyonekê de, polîs û fermanberên gumrukê jî di nav de 31 kes bi gûmana karê sexte û gendeliyê hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Geverê ve hatiye destpêkirin, tîmên Şaxa Rûbirûbûna Karê Qeçax û Tawanan ser bi Navenda Ewlekariyê ya Geverê, îro 15ê Hezîranê di oparasyonekê de bi ser 37 malan de girtin.

Di operasyona bi navê "Esendere-1"ê de 31 gumanba di nav de 7 polîs û 8 karmendên gumrîkê jî hene ji ber sûcên "qaçaxçîtiya koçberan", " pêkanîna rêxistina tawanan", "gendeliya ji bo çalakiyên rêxistinê" û "sextekariya belgeyên fermî" hatin desteserkirin.

Tê gotin ku di wê oparasyonê de polîsan dest danîne ser gelek dirav, lîre û aksesûwaran. Li gor agahiyên hatine belavkirin, lêgerîna li 6 kesên din ku biryara desteserkirina wan heye berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst