Siyasetvanekî nêzîkî Emar Hekîm: Statuya Herêma Kurdistanê mezintirîn şaşiya nav destûrê ye

31-10-2019
RÛDAW
Nîşan Iraq Emar Hekîm Herêma Kurdistanê Destûra Iraqê Bizava Hikme
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsekî Bizava Hikme yak u Emar Hekîm serokatiya wê dike, derbarê rewşa nû ya Iraqê de ragihandiye, “mezintirîn şaşiya di nava destûra Iraqê de statuya Herêma Kurdistanê ye ku Kurdistan di nava Iraqê de kiriye dewlet”, parlamenterekî heman bizavê jî dibêje, “Herêma Kurdistanê mînakeke baş û serkevtî ye li Iraqê û pêwîst e herêmên din jî bêne avakirin.”

Dr. Selah Erbawî ku kesayetekî nêzîkî Serokê Bizava Hikme ya Niştimanî, Emar Hekîm e, di bersiva twîtteke Seroka Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Iraqê, Dr. Viyan Sebrî ya derbarê destkarîkirina destûrê de ragihandiye, ku hebûna statuya Herêma Kurdistanê, mezintirîn şaşiya di nava destûra Iraqê de ye.

Selah Erbawî gotiye: “Mezintirîn şaşî di nava destûrê ev e ku Herêma Kurdistanê kiriye dewlet di nava Iraqê de.”

Parlamenterê Bizava Hikme ya Niştimanî, Mehmûd Itêbî têkildarî heman mijarê ji Rûdawê re ragihand, “Herêma Kurdisanê mînakeke baş û serkevtî ye li Iraqê, ti araste û niyetek ji bo hilweşandina vê herêmê nîne, û pêwîst e hejmara herêman li Iraqê bê zêdekirin, ne berovajî vê yekê.”

Derbarê gotina wî berpirsê Bizava Hime de jî ku gotiye Herêma Kurdistanê bûye dewletek di nava dewletê û ev yek şaşiyeke mezin a di nav destûrê de ye, Itêbî da xuyakirin, “bi ti awayekê Herêma Kurdistanê nebûye dewletek di nava dewletê de, (Herêma Kurdistanê) karên xwe bi başî birêve dibe tevî ku hin kêşeyên biçûk di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene, lê belê dibe ku ew jî bi gotûbêjê bêne çareserkirin.”

Itêbî herwiha destnîşan kir, li gor çarçove û mekanîzmên destûra Iraqê, ew piştgirî li avakirina herêmên din li Iraqê dikin, lê belê “pêwîst e gel biryarê li ser vê mijarê bide.”

Bi gotina wî rayedarê Bizava Hikme, sîstema nenavendî sîstemekî serkevtî ye, lê belê li Iraqê bi şaşî tê cîcbiîkirin.

Parlamenterê Bizava Himke, Elî Manih Bidêrî jî derbarê mijarê de ji Rûdawê re go, yek ji daxwazên serekî yên xwepêşanderan destkarîkirina destûra Iraqê ye, hejmarek birge û bendên vê destûrê têbînî li ser hene û pêwîst e ew bêne sererastkirin.

Elî Bidêrî diyar kir, “yek ji kêşeyên Iraqê ku niha heye, ev e ku tenê herêmek heye ku ev jî Herêma Kurdistanê ye, wê yekê jî kêşe û nehevsengî çê kiriye.” Bi gotina Bidêrî, di dema nivîsandina destûrê de, cih nedane ti herêmeke din li navend û başûrê Iraqê.

Parlamentoya Iraqê roja Sêşemê 29ê Cotmehê bo cîbicîkirina daxwazên xwepêşanderan hin biryar pesend kirin, ku yek ji wan biryaran, pêkanîna komîteyekê ji bo destkarîkirina destûrê di heyama 4 mehan de ye.

Mijara destkarîkirina destûra Iraqê bi destpêşxeriya Serokomarê Iraqê, Berhem Salih, careke din tê gotûbêjkirin.

Li hember gotegot û hewlên ji bo guhertin û destkarîkirina destûra Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê ragihand, destûra niha ya Iraqê li gor gelek destûrên li navçeyê destûreke pêşkevtî ye, lê belê cîbicînekirina bendên wê destûrê, rewşek çê kiriye ku niha behsa destkarîkirina wê tê kirin.

Nêçîrvan Barzanî got, pirsgirêka sereke li Iraqê ne destûr, lê belê jibîrkirin û paşguhkirina destûrê ye.

Serok Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, Herêma Kurdistanê her destkarîkirineke di destûra Iraqê de ku li dijî demokrasî, federalî û berjewendiyên gelê Kurdistanê be, red dike

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst