John Kirby ji bo aliyên Iraqî: Dem dema diyalogê ye, ne pevçûnê

30-08-2022
RÛDAW
Nîşan Koşka Spî Amerîka Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî teqez kir ku aloziyên Iraqê yên piştî vekişîna ji siyasetê ya Muqteda Sedr, dilgiran e û daxwaza “diyalogê” ji bo sivikkirina pirsgirêkên siyasî kir û got, “Dem dema diyalogê ye, ne pevçûnê.”

Berdevkê Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya koşka Spî John Kirby ragihand ku ew ji ber nûçeyên ku ji Iraqê tên ku li gor zanyariyên dawî 12 kes hatin kuştin û zêdetirî 270 kesan jî birîndar bûne dilgiran in.

Kirby nigeraniya xwe anî ziman û got, “Destûr nayê dayîn ku li Iraqê saziyên dewletê kar bikin.”

Kirby bang li aliyan kir û got, “Dem dema diyalogê ye, ne dema pevçûnê.”

Rayedarê Koşka Spî her wiha ragihand, di vê qonaxê de pêwîstî bi valakirina Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê nîne.

Roja Duşemê piştî ku Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr biryara xwe ya vekişîna ji siyasetê ragihand alîgirên wî ketine Herêma Kesk a Bexdayê, li gor zanyariyên dawî di encama gulebarana hêzên ewlehiyê yên Iraqê de 12 kes hatin kuştin û zêdetirî 200 xwepêşander jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst