Koşka Spî: Amerîka êrişan cidî dibîne

22-01-2024
RÛDAW
Nîşan Koşka Spî Amerîka Îran Êriş Eyn Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Koşka Spî got ku Amerîka êrişa ser baregeha Eyn Esedê ya li bajarê Enbarê yê Îraqê "cidî dibîne û dê bersivê bide".

Wî berpirsê Koşka Spî ragihand ku di 24 saetên dawî de komên çekdar ên Şîe yên alîgirên Îranê, li Îraqê herî kêm 15 mûşek avêtin baregeha Eyn Esedê.

Bi gotina wî berpirsî, 13 ji wan hatin pûçkirin û 2 ji wan li baregehê ketin û bû sedema birîndarbûna gelek leşkerên Amerîkayê.

"Dê bersiva me hebe"

Alîkarê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Feiner got, "Ev êrişa bi mûşekên balîstîk êrişeke cidî bû.

Bersiveke me dê ji van êrişan re hebe ku êrişan rawestîne û ji êrişkaran hesab bipirse. Piştrast bin, em vê êrişê pir cidî dibînin."

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî ragihand ku îro êvarî derdora seat 18:30î êriş pêk hatiye û karmendekî hêzên ewlehiyê yên Îraqê bi giranî birîndar bû.

Endamê Partiya Komarîparêz Dave Wallace jî got:

"Ev şerê ku Îran dimeşîne, li dijî berjewendiyên Amerîka û welatên rojava û gelên baş ên Kurdistan û Îraqê ye.

Rûsya û Çîn piştevaniyê vî şerî dikin. Dem dema wê yekê ye ku bi tundî bersiva wan bê dayîn."

Li Îraqê grûba bi navê "Berwexedana Îslamî ya Îraqê" ya ku milîsên Şie yên alîgirê Îranê jî di nav de ne gelek caran wekê "bersiva êrişên dijî Xezeyê" êrişî baregehên Amerîkayê dikin. 

Di vê çarçoveyê de Baregeha Eyn Esedê ya li Enbarê, Baregeha Asîmanî ya Herîrê ya li Hewlêrê, Baregeha Leşkerî ya Vîctoryayê ya li Bexdayê û baregeha Amerîkayê ya nêzîkî Balefirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê çendîn caran bi dronên bombebarkirî hatin hedefgirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst