Artêşa Îraqê li ser drona Tirkiyeyê daxuyanî da

29-08-2024
RÛDAW
Nîşan Drona Tirkiyeyê Artêşa Îraqê Kerkûk Rukin Ebdulselam Hemûdî Remezan Îraq Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê ragihand, drona ku li Kerkûkê hatiye xistin a Tirkiyeyê ye.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê li ser xistina dronekê li Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku beriya xistina dronê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê hatiye agahdarkirin û di destpêkê de ew dron nehatiye naskirin.

Li gorî daxuyaniyê dron saet 10:30î hatiye xistin.

Di daxuyaniyê hat eşkerekirin ku dron li ser taxa Tisînê ya Kerkûkê hatiye xistin û dron a artêşa Tirkiyeyê bûye.

Hat ragihandin ku li ser xistina dronê lêpirsin hatiye destpêkirin.

Li aliyê din, Alîkarê Fermandarê Parastina Asmanî ya Herêma Bakurê Îraqê Ebdulselam Hemûdî Remezan jî li cihê ketina dronê ji rojnamegeran re axivî.

Ebdulselam Hemûdî Remezan da zanîn ku hêzên parastina asmanî ya Îraqê droneke Tirkiyeyê ya ji asmanê Silêmaniyê ber bi Kerkûkê ve dihat xistiye xwarê.

Li gorî gotina Ebdulselam Hemûdî Remezan, drona Tirkiyeyê bi çek û bi fermana hêzên parastina asmanî ya Îraqê hatiye xistin.

Çi bûbû?

Serê sibehê dronek li asmanê Kerkûkê hatibû xistin.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî li ser bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîbû û gotibû:

“Sîstema parastina asmanî îro saet 11:00an dronek xist xwarê ku li asmanê Kerkûkê digeriya.

Droneke mezin a çavdêriyê ye lê em nizanin bê ya kîjan welatî ye û ji kû derê hatiye Kerkûkê.

Artêşa Îraqê ew dron li nêzîkî nahiyeya Çîmenê kir hedef û li taxeke Kerkûkê ket xwarê.”

Li gorî agahiyên ku Amir Nûrî dane, xistina dronê nebûye sedema xisarên madî û canî.

Amir Nûrî her wiha diyar kiribû ku artêşa Îraqê ji bo tesbîtkirina xwediyê dronê lêkolînan dike.

Drona hatiye xistin cureya UVA AKSUNGUR e û wekî ANKA- 2 jî tê zanîn.

Divê were gotin ku heta niha berpirsên Tirkiyeyê li ser xistina dronê ti daxuyaniyên fermî belav nekirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst