Tirkiyeyê li ser drona ku li Kerkûkê hat xistin daxuyanî da!

29-08-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îraq Dron Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyeyê li ser xistina dronekê ya li Kerkûkê daxuyaniya yekem da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî derbarê bûyera li Kerkûkê ku dronek hatibû xistin de daxuyaniyek da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniyê de diyar kir, ji bo ku bûyer were zelalkirin ew bi Îraqê re di nav koordîneyekê de ne.

Oncu Keçelî li ser medyaya civakî derbarê bûyera li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê de ku dronek ji aliyê artêşa Îraqê ve hatibû xistin daxuyaniyek belav kir.

Keçelî amaje bi wê yekê da ku ji bo hûrgiliyên bûyerê werin zelalkirin wan li gel rayedarên Îraqê peywendiyek ava kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Tirkiye têkoşîna xwe ya li dijî rêxistinên terorê yên ku di axa Îraqê de bi cih bûne li gorî xala 51emîn a Şertê Neteweyên Yekbûyî bi rêgeza parastina rewa berdewam dike.

Di navbera Tirkiye û Îraqê de di warê rûbirûbûna terorê de îradeyeke hevbeş û bi hêz heye.

Di demên dawî de li Îraqê PKK wekî rêxistina qedexe hat ragihandin û 15ê Tebaxê li Enqereyê Rêkeftina Hevkariya Ewlehî, Serbazî û Rûbirûbûna Terorê hat îmzekirin.

Ev hemû berhemên vê îradeyê ne. Di mijara zêdekirina xebatê de her du welat jî bi biryar in.”

Dronek li asmanê Kerkûka Başûrê Kurdistanê hatibû xistin û drona hatiye xistin cureya UVA AKSUNGUR e ku wekî ANKA- 2 jî tê zanîn.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê heman rojê li ser xistina dronekê li Kerkûkê daxuyaniyek belav kiribû û gotibû drona li Kerkûkê hatiye xistin a Tirkiyeyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst