Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Avedankirin û Niştecihkirinê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku di dariştina rêya projeya Rêya Bipêşketinê de ti şêwir bi Herêma Kurdistanê re nehatine kirin û got, “Herêma Kurdistanê ti sûdê ji projeya Rêya Bipêşketinê nabîne.”
Konferansa Enerjiyê ya Îraqê ku tê de jîngeh, çavkaniyên enerjiyê û cihêrengiya aborî tên nîqaşkirin, îro li Bexdayê dest pê kir.
Hevkar û sponsorê medyayî yê konferansê Tora Medyayî ya Rûdawê ye.
Wezîrê Avedankirin û Niştecihkirinê yê Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Di vê rêyê de Herêma Kurdistanê hatiye piştguhkirin, bi vî awayî jî bi dilniyayî Herêma Kurdistanê ti sûdê ji vê projeyê nabîne.”
"Herêma Kurdistanê ji aliyê aborî ve girîng e"
Wezîrê Avedankirin û Niştecihkirinê yê Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm got:
“Me çend caran xwest ku bi hikûmeta federal re li ser Rêya Bipêşketinê lêkolîn bê kirin û rêya wê bi awayekî be ku Herêma Kurdistanê jî bibe beşeke vê projeya girîng.
Ji ber ku Herêma Kurdistanê ji aliyê aborî ve girîng e û roleke bi bandor a wê di bipêşxistina aboriya Îraqê de heye lê mixabin me bersiveke erênî wernegirt.”
Li gorî Dana Ebdulkerîm, eger ev proje di Herêma Kurdistanê re derbas bibûya, dê ne tenê ji aliyê aborî ve, ji aliyê civakî ve jî bandora wê hebûya.
Rêya Bipêşketinê dê Îraqê bi welatên wekî Qeter, Îmarat û Tirkiyeyê ve girê bide û dê di nava 11 parêzgehên Îraqê re derbas bibe.
Dê ji Bendera Faweyê dest pê bike û ji Pêşabûrê derbasî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bibe.
Dirêjiya projeyê dê hezar û 200 kîlometre be û lêçûna wê 17 milyar dolarên Amerîkî be.
10,5 milyar dolar dê ji bo trênên bipêşketî yên karebayî û 6,5 milyar dolar jî ji bo lêçûna avakirina xeta hesinî be.
Karên projeya Rêya Bipêşketinê li ser 15 beşan hatiye dabeşkirin û dê di 3 qonaxan de temam bibe ku biryar e qonaxa yekem sala 2028an, a duyem 2038an û qonaxa dawî sala 2050î temam bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse