Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku hejmareke çekdaran êrişî gundekî Şîenişîn ê li herêma qezaya Şareban kirin li Diyale, xelkê wî gundi jî êrişî gundekî Sunnenişîn ê nêzikî xwe kirin û hejmerek kesên sivîl kuştin. Cîgirê Parêzgarê Diyale jî dibêje, “Eger rewşa emnî neyê çareserkirin, şerekî xwînavî di navbera eşîran û mezheban de rû dide.”
Berpirsê Ragihandina Tendirustiya Parêzgeha Diyale Faris Ezawî ji Rûdawê re ragihand, hejmara qurbaniyên êrişa şeva derbasbûyî ya êrişa DAIŞê bo ser gundê Reşad k user bi qezaya Şareban ve ye, gihişt 15 kuştiyan û zêdetir ji 15 birîndaran.
Cîgirê Parêzgarê Diyale Kerîm Elî jî ji Rûdawê re ragihand, “Heta niha li ser êrişê ti kes nehatiye desteserkirin, ji ber ku Şareban navçeyeke baxdar e û ava ser erdê zêde ye û bûye stargeheke baş ji bo wan çekdaran.”
Cîgirê Parêzgarê Diyale dibêje, ew gundê şeva derbasbûyî êriş li ser hat kirin, xelkê wî Şîe mezheb in û bi gotina wî, wan jî ji bo tolhildanê êrişî gundekî nêzikî xwe kirine ku rûniştvanên wî gundi Sunne mezheb in û çend kesên sivîl kuştine û çend kesek jî birîndar kirine.
Kerîm Elî derbarê rewşa Diyale de hişyarî da jî da û got, “Metirsiyeke zêde ya derketina şerê eşîr û mezheban heye, lewma divê di zûtirîn dem de rewşa emnî ya navçeyê bê aramkirin.”
Serokê Herêma Kurdisdanê Nêçîrvan Barzanî jî îro di daxuyaniyekê de êrişa çekdarên DAIŞê ya bo ser wî gundê Şîenişîn li Diyale şermezar kir ku di êrişê de 15 kes hatin kuştin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Çarşemê di twîttekê de bi zimanê Erebî hevxemiya xwe li gel malbat û kesûkarên vê êrîşê nîşan da û nivîsî, “Em bi tundî vê êrîşa xwînawî û tawankarî ya DAIŞê bo ser kesûkarên xwe li Diyaleyê şermezar dikin.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir, vê êrişê careke din tekezî li ser wê yekê kir ku “Pêwîst e em hemû bi hev re bi awayekî bihêz piştevaniya hêzên me yên ewlehiyê bikin li dijî van metirsiyên me dikin armanc.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, “Rehmet li şehîdan û şîfa jî ji birîndarên me re. Dilê me bi kesûkarên men yê li Şarebanê re ye û em hevparê êşên wan in.”
Li Şarebanê çi çêbûbû?
Çekdarên DAIŞê şeva borî êrîşî gundekî qezaya Şareban li parêzgeha Diyale kirin. Parêzgarê Diyale Musenna Temîmî ji Rûdawê re ragihand, di êrîşa çekdarên DAIŞê de 11 kes hatin kuştin.
Herweha Serokê berê Encûmena Qezaya Şareban Ednan Temîmî di daxuyaniyekê de ragihand, DAIŞ êrîşî derdora gundê Reşad li rojhilatê Şareban kiriye û di encamê de 8 welatî hatine kuştin û 16 kesên din jî birîndar bûne.
Li gor agahiyên berdest piştî êrîşê, rasterast hêzek ji bo kontrolkirina rewşa ewlehiyê ya deverê, bo gundê Reşad hatiye şandin.
Qezaya Şareban li Miqdadiye 40 km li bakurê rojhilatê Beqûbe ku navenda parêzgeha Diyale ye, dikeve.
Fermandariya Operasyonên hevbeş di daxuyaniyekê de tekez dike ku DAIŞ ew êrîş encam daye û dibêje, careke din çekdarên DAIŞê vedigerin hewlên xwe armanckirina xelkê sivîl û bê tawan piştî ku nikarîbûn rûbirûyî hêzên leşkerî û ewlekarî bibin.
Operasyonên hevbeş herweha dibêje, DAIŞê êrîşî gundê Hiwaşe li Miqdadiye kirine û di encamê de 11 kes hatine kuştin, 1 ji wan Jine.
Bertekên li ser bûyerê
Derbarê êrişê d Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih li ser twîterê belav kiriye, “ew êrîşa tirsnok ser kesûkarên wan li Diyale, hewleke pûçe ji bo têkdana aramiya welat, tîne bîra wan jî ji bo yekxistina rêzên xwe û piştevanîkirina hêzên ewlekariyê û girîngiya berdewamiya hewlên niştîmanî ji bo jinavbirina paşmayên DAIŞê li hemû navçeyê.”
Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê jî di twîttekê de gefa tolhildanê xwar û ragihand, “Terorîstan di pratîkê de em ceribandine, em pabend in bi wê sonda ku me xwariye û em dê wan ji nav bibin, eger biçin her derekê, hem li navxwe yan jî li derveyî Iraqê. Tawana Miqdadiye (Şareban) bê tolhildan derbas nabe.”
Rêberê Tevgera Sedir jî di twîtekê de derbarê êrîşa Şareban ragihand, Nabe mucahid çeperên xwe bicih bihêlin.
Muqteda Sedir di twîta xwe de dibêje, nabe haya wan ji terorê û tawanên wê nebe, nabe mijûlî milmilaniya kursî û siyasî bin û terorê ji bîr bikin.
Sedir herwiha got “Ewa ku li Miqdadiye hatiye kirin, `terora di çarçoveya pêla milmilaniya siyasî de ye. Nabe Mucahid çeperên xwe bicih bihêlin ji ber ku heya niha çavê terorê li mirina Iraqê ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse