Got ‘Ez pêxember im’ polîsan ew desteser kir

25-12-2023
Weşana Tiktokê / Wêne: Ji ber dîmenan
Weşana Tiktokê / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Felûce TikTok Pêxember Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Felûceyê yê Îraqê ciwanê 20 salî yê ku got, “Ez pêxember im” hat desteserkirin.

Casim Mihemed Îsawî di weşana zindî ya TikTokê de angaşt kir ku pêxember e û jê re wehî nazil bûye.

Polîsan piştî weşana zindî bi ser mala wî de girt û ew desteser kir.

Nûçegihanê Rûdawê çû cem malbata wî ya li bajarê Enbarê.

Dêya wî xortî got ku kurê wê henekan dike û nêteke wî ya xerab nîne. Herwiha xwest ku kurê wê were berdan.

Li gorî axaftinên dêya wî , Casim di xewna xwe de gotiye qey wehî jê re hatiye û ji bavê xwe re behs kiriye.

Bavê jî gotiye “Ji kesî re behs meke” lê wî di Tiktokê de qala vê meseleyê kiriye.

Dêya wî got, “Ti sûcê kurê min nîne, ma girtina wî ya bi vî şiklî ne zilm e?”

Xizmên wî jî da zanîn ku Casim helbestvan e û helbestên xwe bi rêya torên civakî belav dike.

“Ew helbestvan e”

Xizmê wî Beras Ebas li ser mijarê wiha axivî:

“Çi bûbe xelkê kiriye, ji Xwedê natirsin, rûyê wan naêşe. Ev hemû ji ber kurtepistên wan çêbûn.

Wan xortek xist vî halî, şerm e. Wî tenê behsa xewna xwe kir. Got, ‘Wehî hatiye ji min re.’

Ew helbestvan e, ti eleqeya wî nîne bi pêxemberiyê re. Zarokekî bêdeng û kibar e, ti pirsgirêka wî nîne bi kesî re.”

Casim, li gorî Xala 456an a Zagona Cezayan a Îraqê bi tohmeta sixtekariyê hat desteserkirin û tê çaverêkirin ku roja çarşemê here pêşberî dadgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst