Yehya Resûl: Kordînasyona me û Pêşmergeyan xurt e

21-04-2024
Nîşan Yehya Resûl Pêşmerge DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Lîwa Yehya Resûl got, “Kordînasyona me û Pêşmergeyan xurt e.”

Yehya Resûl pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê bersivandin û destnîşan kir ku ew û Pêşmerge ji bo têkoşîna bi DAIŞê re di nava hevahengiyeke baş de ne.

Lîwa Yehya Resûl diyar kir ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo bihêzkirina artêşa Îraqê û hêzên ewlehiyê yên Îraqê bi Pentagonê re peymaneke nû îmze kiriye.

“Hevahengiyeke me ya xurt heye”

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Lîwa Yehya Resûl li ser hevahengiya bi Pêşmergeyan re got:

“Em bi hêzên Pêşmerge re civîn û operasyonên berdewam dikin û hevahengiyeke me ya xurt heye.

Birayên min ên li Wezareta Pêşmergeyan tim beşdarî civînên me dibin.”

Yehya Resûl diyar kir ku artêşa Îraqê û Pêşmerge agahiyên îstixbarî didin hev û anî zimên:

“Em bi van hewldanên xwe tim û tim şaneyên veşartî yên DAIŞê dikin hedef.

Wekî mînak me doh an jî pêr li bakurê Diyaleyê şaneyeke DAIŞê kir hedef.

Pênc çete hatin kuştin û cihên ku xwe vedişêrin hatin îmhakirin.

Di van operasyonên tunekirina şaneyên DAIŞê de kordînasyona zêde, pêwendiyên baş û parvekirina agahiyên îstixbarî û hevkarî ji bo me girîng in.”

“Teror; Ereb, Kurd, Mesîhî û her kesî dike hedef”

Lîwa Yehya Resûl operasyona ku li Silêmaniyê hatibû kirin bi bîr anî û got:

“Li Silêmanî, Hewlêr û herêmên din kordînasyona me bi hemû aliyên têkoşînê re heye.

Teror; Ereb, Kurd, Mesîhî û her kesî dike hedef.

Ji ber vê jî divê em ji bo tunekirina wan bibin yek.”

Dema Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Washingtonê bû di navbera Îraq û Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û peymaneke 750 milyon dolarî hatibû îmzekirin.

“Sûdanî bi biryar e ku hêzên me yên leşkerî bihêzkirin”

Yehya Resûl li ser vê peymanê jî destnîşan kir:

“Ez naveroka vê peymanê baş nizanim lê ji bo başkirina asta hêzên me yên çekdar û bi taybetî jî ji bo başkirina asta hêzên me yên hewayî hatiye îmzekirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar (Mihemed Şiya Sûdanî) bi biryar e ku hêzên me yên leşkerî ji hemû aliyan ve bên bihêzkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst