714 Îraqî ji Kampa Holê hatin şandin

29-04-2024
Nîşan Kampa Holê DAIŞ Malbat Îraqî Şandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 714 şêniyên Îraqê ku endamên 191 malbatên cuda ne ji Kampa Holê hatin derxistin û ber bi Îraqê ve hatin şandin.

Ev 714 kes di çarçoveya koordînasyona navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komîteyên pêwendîdar ên Îraqê de hatine şandin.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, ew malbat doh saet 14:00an bi parastina Hêzên Ewlehiya Hundirîn ber bi Îraqê ve hatin şandin.

Kampa Holê ya ku di nav kampên herî metirsîdar ên cîhanê tê dîtin li rojhilatê bajarê Hesekê ye.

Li gorî amarên herî dawî yên rêveberiya kampê, 42 hezar û 781 kes li kampê hene.

19 hezar û 530 ji wan Îraqî, 16 hezar û 779 ji wan Sûriyeyî, 6 hezar û 461 ji wan jî biyanî ne.

Li hêla din, nasnameya 11 kesan jî ne diyar e.

Rêveberiya Xweser vê hefteyê 50 jin û zarokên DAIŞiyan radestî Tacikistanê jî kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst