ÎRAQ – Bi dronan êrişî hêzên Amerîkayê hat kirin

18-10-2023
Nîşan Îraq Êriş Amerîka Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Artêşa Amerîkayê yên li Îraqê da zanîn ku bi du dronan êrişî baregeha wan a li Enbarê hatiye kirin.

Hêzên Artêşa Amerîkayê ragihand ku wan kariye bersivê bidin vê êrişê.

Du berpirsên Artêşa Amerîkayê yên li Îraqê ku nexwestiye navên wan bên eşkerekirin, ji Reutersê re got:

“Îro bi 2 dronan êrişî hêzên me yên li Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê ya parêzgeha Enbarê hat kirin û me karî bersiva wan dronan bidin.”

Her du berpirsan red kir ku navê aliyê gumanbarê wê êrişê eşkere bikin.

Li aliyê din, şerê navbera Hemas û Îsraîlê 12 roj in berdewam dike û îro Serokê Amerîkayê Joe Biden diçe Îsraîlê.

Li gorî texmînan, li Îraqê nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hene.

Ev leşker bi piranî li Baregeha Esmanî ya Esedê, Kampa Viktoryê û Baregeha Esmanî yê Herîrê hatine bicihkirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, Tîrmeha 2021ê ragihand ku dê hêza şerker a Amerîkayê heta dawiya 2021ê ji Îraqê vekişe.

Joe Biden destnîşan kiribû ku dê tenê hezeke wan li Îraqê bimîne da ku şêwirmendî û hevkariyê bike.

Erkê Amerîkayê yê li Îraqê 9ê Kanûna Paşîn a 2021ê bi awayê fermi bi dawî bû û erkê wan ê niha zêdetir şêwirmendî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst