Hikûmeta Îraqê hejmara kuştiyên êrişa Amerîkayê eşkere kir

03-02-2024
RÛDAW
Nîşan Îraq Amerîka Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hikûmeta Îraqê ragihand ku di êrişa esmanî ya Amerîkayê ya li dijî grûpên çekdar de li Îraqê herî kêm 16 kes hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî di daxuyaniyekê de amarên kuştî û birîndarên êrişa Amerîkayê ragihand.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî destnîşan kir ku di êrişê de 16 kes hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûne ku sivîl jî di nav de hene û ziyan gihiştiye avahî û milkên xelkê.

Basim Ewadî herwiha red kir ku ew berî êrişê hatibine agahdarkirin û diyar kir ku Amerîkayê rastiyan berovajî dike.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî got:

“Ew îdiayeke derew e û berovajîkirina rastiyan e ji bo xapandina raya giştî ya navneteweyî û dûrketina ji berpirsiyariya qanûnî ya tawanê ku ji aliyê hemî kevneşopî û pîvanên navneteweyî ve tê redkirin.”

Ewadî diyar kir ku ku ev “êrişên dijminane” ewlehiya Îraqê û herêmê dixe metirsiyê.

Basim Ewadî tekezî kir û anî ziman:

“Îraq careke din qebûl nake ku xaka wê bibe cihê paqijkirina hesaban û divê hemû alî têbigihêjin ku xak û serweriya welatê me ne cihê gihandina peyaman û nîşandana hêzê ya di navbera dijberan de ye.”

Berdevkê Hikûmeta Îraqê êrişeke tund li hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir û got:

“Hevpeymaniya Navdewletî ji erkê xwe dûr ketiye û bûye metirsî li ser ewlehî û aramiya Îraqê û bûye hincet ji bo Îraq bikeve nav nakokiyên herêmî û navdewletî.”

Ji bo tolhildana kuştina 3 serbazên Amerîkî, balafirên şer ên Amerîkayê, derengiya şeva înê êrişî baregehên Supaya Pasdaran a Îranê û komên çekdar ên nêzîkî wê li Îraq û Sûriyeyê kirin.

Amerîkayê ragihand ku ew tenê “destpêk” e ku dê di dem û cihên nediyar de êrişên xwe berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst