Sûdanî li Îraqê 3 roj şîna giştî hat ragihand

03-02-2024
RÛDAW
Nîşan Îraq Amerîka Êriş Şîna Giştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Hikûmeta Çraqê ji bo kesên ku di êrişa Amerîkayê de hatin kuştin li welat 3 roj şîna giştî ragihand.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îraqê hat gotin ku "Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî fermand da ku ji bo bîranîna kesên ku di hêzên me yên çekdar de şehîd ketin li hemû daîre û saziyên dewletê 3 roj şîna giştî bê îlankirin."

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku zêdetirî 85 hedefên Supaya Quds a Pasdarên Îranê û komên milîs ên girêdayî wê li Îraq û Sûriyeyê hatine bombebarankirin.

Li gorî daxuyaniyê di êrişên esmanî de zêdetirî 125 cure cebilxaneyên hesas hatine bikaranîn.

Herwiha CENTCOMê di daxuyaniyê de dabû zanîn ku di nav tesîsên ku hatin bombebarankirin de navendên fermandarî û kontrola operasayonan, navendên îstixbaratê, depoyên mûşek û dronan hatine hedefgirtin.

Di êrişa ku dijî baregeha bi navî Kule 22 hat lidarxistin de 3 leşkerên Amerîkayê hatibûn kuştin, ji 40î zêdetir leşker jî birîndar bibûn.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basîm Awadî di daxuyaniya nivîskî de gotibû ku "Rrêvebiriya Amerîkayê êriş bir ser hêzên me yên ewlehiyê yên li herêma Enbarê.

Ev êrişa dijminane bû sedem ku sivîl jî di nav da 16 kes şehîd bibin û 25 kes jî birîndar bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst