Galeriya wêneyan

1 demjimêr berê
18 Photos
Horvan Rifet

Li navçeya Selmanê ya Semaweyê ya Îraqê goreke bikom hat vedan ku 150 jin û zarokên Kurd tê de hatine veşartin.

Gora bikomî gulana îsal bi rêya peykê hatibû dîtin û îro jî xebatên kolandinê dest pê kir.

Wêneyên ku piştî gora bikomî hat vekirin derketin holê gelekê biêş bûn.

Pêlav, gerdenî û cilên Kurdî yên dayîk û zarokan ji bin axê derdikevin.

Heta niha nayê zanîn çend kes di gora bikomî de hatine veşartin lê tê texmînkirin ku derdora 50 jin û zarok hene.