Berxwedana Îslamî: Me li Hewlêrê êrişî hêzên Amerîkayê kir

19-01-2024
Nîşan Hewlêr Êriş Dron Amerîka Berxwedana Îslamî ya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berxwedana Îslamî ya Îraqê ragihand ku wan li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê êrişî hêzên Amerîkayê kiriye.

Grûpa çekdar a Şîe ku navê “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” li xwe dike, di daxuyaniya xwe de da zanîn ku wan şeva borî ev êriş encam daye.

Dijeterora Kurdistanê beriya vê daxuyaniyê ragihandibû ku şevê din saet 23:06an droneke bombebarkirî ya ku hedefa wê Balafirgeha Hewlêrê bû hatiye xistin.

Dijeterora Kurdistanê herwiha amaje pê kir ku ev dron a milîsên neyasayî bûye û armanca wê hêzên Amerîkayê bûne.

Li gorî agahiyên Rûdawê, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ev dron xistiye xwarê û ti xisarên canî çênebûne.

Çi bûbû?

Piştî ku 7ê Çirina Pêşîna 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir, 17ê heman mehê êrişên dronî yên ku hêzên Amerîkayê yên li Enbar, Eyn Esen, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dikin hedef dest pê kir.

Grûpa çekdar a ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” bi nav dike li Îraq, Sûriye, Herêma Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê êrişî hêzên Amerîkayê dike.

Ew grûpên çekdar, hêzên Amerikayê bi angaşta ku Amerîka li Xezeyê piştgiriyê dide Îsraîlê dikin armanc.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê (Pentagon), ji 17ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve herî kêm 130 carî êrişî hêzên Amerîkayê hatiye kirin.

53 ji van êrişan li Îraq û Herêma Kurdistanê, 77 êriş jî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst