Şandeya Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye: Mijar budce ye

14-09-2023
Nîşan Bexda Şandeya Herêma Kurdistanê Mûçe Budce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi pêşengiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Bexdayê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, li Balefirgeha Bexdayê şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir.

Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Aboriyê Awat Şêx Cenab, Serokê Dîwana Civata Wezîran Omîd Sebah û Sekreterê Dîwana Wezîran Amanc Rehîm pêk tê.

Şande destpêkê bi Serokwezîrê Îraqê Muhamed Şiya Sudanî re civiya.

Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz ragihand ku dê şande bi Serokkomar Letîf Reşîd û Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî re jî bicive.

Helkewt Ezîz diyar kir ku li gorî plana şandeyê, dê hevdîtin û civînên wan heta derengê şevê bidomin.

Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di heman demê de bi pêşengên partiyên siyasî re jî bicive.

Mijarên sereke mûçe û budce ne

Li aliyê din, ev demek e ku Îraq, budceya Herêma Kurdistanê naşîne.

Tê payîn ku di hevdîtinanan mijarên sereke mûçe û budce bin.

“Em dê bi Hikûmeta Îraqê re peymanê îmze bikin.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Peşewa Hewramanî, doh li ser mijara mûçeyan daxuyeniyek da û wiha got:

“Çawa ku gelê li herêmên din ên Îraqê mûçeyên xwe di dema xwe de werdigire divê gelê Herêma Kurdistanê jî mûçeyên xwe di dema xwe de wergire.

Em dê bi Hikûmeta Îraqê peymanê îmze bikin.”

Peşewa Hewramanî herwiha diyar kir ku Herêma Kurdistanê pabendî peymanên bi Bexdayê re ye.

Peşewa Hewramanî amaje pê kir ku dê ji bo gihiştina encamên erênî diyalogên xwe bidomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst