Mesrûr Barzanî: Divê her meh em li ser mûçeyan bi Bexdayê re şer bikin

12-05-2024
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Mûçe Herêma Kurdistanê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku pere û dahat di destê wî de nîne û her mehê ji bo mûçeyê divê bi Bexdayê re şer bikin.

Li Hewlêrê “Konferansa Çandinî, Hişkesalî û Bandora Guherîna Avhewayê ya li Ser Siyaset, Aborî û Demografiya Îraqê” hat lidarxistin.

Mesrûr Barzanî li koferansa axivî û got:

“Pere di destê min de nîne. Her meh ji bo ew para me ya budceya Bexda ji me re dişîne, divê em pê re şer bikin."

Eger koçberî li Îraqê ji bo Herêma Kurdistanê dest pê bike dê ji vir jî ji bo Ewropayê dest pê bike.

Koçberî pirsgirêka ewlehî û aboriyê bi xwe re tîne. “

“Demografî guheriye”

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku ji ber hişkesaliyê li hin cihan demografî guheriye û eger çareseriyek neyê dîtin ew yek dibe metirsî.

Mesrûr Barzanî eşkere jî kir ku bi çêkirina bendav û golan ji bo rêlibergirtina hişkesaliyê wan gav avêtine û li hemberî guherîna avhewayê û hişkesaliyê li Herêma Kurdistanê çi pêwîst be ew dê bikin.

Mersrûr Barzanî behsa mûçeya meha Nîsanê jî kir û da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li benda Bexdayêye ku mûçeya meha Nîsanê bişîne.

"Me hemû daxwazên Bexdayê bi cih anîne"

Mesrûr Barzanî got:

"Em hîn jî li bendê ne ku Bexda biryara dawî derbarê mûçeya meha Nîsanê bide û em hêvîdar in di demeke nêzîk de mûçeyê meha Gulanê jî were şandin.

Me hemû daxwazên hikûmeta federal ji bo şandina mûçeyên gelê Kurd bi cih anîn.

Ev demeke dirêj e em hewl didin li Herêma Kurdistanê vê yekê bikin da ku bi rêya bankan mûçeyên xwe wergirin û hejmareke zêde ya xelkê jî hesabên xwe yên bankayê vekirine.”

Konferansa Çandinî, Hişkesalî û Bandora Guherîna Avhewayê ya li Ser Siyaset, Aborî û Demografiya Îraqê duh li Hewlêrê dest pê kir û îro jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst