Nêçîrvan Barzanî bi serokên Dadgeha Federal û Encumena Bilind a Dadweriyê re civiya

14-05-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Casim Mihemed Ebûd Fayeq Zêdan Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokê Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê Casim Mihemed Ebûd û Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Îraqê Fayeq Zêdan re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çû Bexdaya paytexta Îraqê.

Nêçîrvan Barzanî di destpêkê de bi Serokê Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê Casim Mihemed Ebûd civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê Nêçîrvan Barzanî û Casim Mihemed Ebûd li ser destûr, parastina aştî û aramiyê û berjewendiyên bilind ên welêt axivîn.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her du aliyan çend mijarên li ser rewşa giştî ya Îraqê gotûbêj kirine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştre bi Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Îraqê Fayeq Zêdan re hevdîtinek kir.

Di hevdîtnê de Fayeq Zêdan ji ber hewlên wî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên welêt pesênê Nêçîrvan Barzanî da.

Herwiha di hevdîtinê de serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê û naveroka hevdîtinên wî yên bi rayedarên Îranê re hat gotûbêjkirin.

Li aliyê din peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û çareserkirina pirsgirêka di navbera wan de hatin gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re jî bicive.

Nêçîrvan Barzanî herî dawî 27ê Nîsanê çûbû Bexdayê û bi serkirdeyên Îraqê re civiyabû.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku di civîna Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî de dê mijarên hevbeş bên gotûbêjkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst