Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber krîza ewlekariya xorakê ya ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê, Iraqê nêzîkî 180 hezar û 900 ton genim ji cotkarên Kerkûkê kiriye.
Berpirsê Ragihandina Kompanyaya Dexlûdan a Kerkûkê ya girêdayî Wezareta Bazirganî ya Iraqê Salî Selah diyar kir ku kirîna genim a îsal ji cotkaran gihîşte dewra herî zêde.
Salî Selah da zanîn ku wan berî mehekê dest bi kirîna genim ji cotkaran kiriye û diyar kir ku heta niha 180 hezar û 900 ton genim hatiye kirîn.
Berpirsê Ragihandina Kompanyaya Dexlûdan a Kerkûkê ya girêdayî Wezareta Bazirganî ya Iraqê Salî Selah diyar kir ku tonek genim bi 850 hezar dînar (nêzikî 570 dolar) ji cotkaran hatiye kirîn.
Salî Selah her wiha destnîşan kir ku pereyên genimên ku salên borî hatin kirîn dereng hatin dayin lê îsal ti pirsgirêk û derengmayîn nîne.
Salî Selah anî ziman ku wan her sal nêzî 200 hezar ton genim dikirîn lê ji ber krîza ewlekariya xorakê ya ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê ew dê hemû genimên cotkaran bikirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse