Hakan Fîdan li Bexdayê; mijar asayîkirina peywendiyên siyasî ye

11-09-2022
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Iraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir û bi berpirsan re pêwendiyên siyasî û ewlehiyê gotûbêj kir.

Li gorî agahiyên Rûdawê yên ku yek ji wan serkirdeyên beşdarî civînan bûye wergirtiye, Hakan Fîdan li Bexdayê bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û bi hinek rayedarên din ên Iraqê re civiyaye.

Wî serkirdeyî eşkere kir ku Fîdan teqez kiriye ku Tirkiye piştgîriya parastina serwerî û aramiya Iraqê dike.

Hakan Fîdan diyar kiriye ku ew dê heta ku PKK nemîne, li Iraqê şerê xwe yê bi PKKê re berdewam bike.

Tirkiye rojane PKKê li Herêma Kurdistanê bombebaran dike. Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ragihand, Tirkiye bi kûrahiya 105 kîlometreyan ketiye nav axa Iraqê.

Li gor zanyariyên Rûdawê Hakan Fîdan serdana Herêma Kurdistanê jî kiriye û bi rayedarên Herêma Kurdistanê re behsa rewşa Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kiriye.

Rayedarên Iraqî ji helwesta Tirkiyê ya piştî bûyera 20ê Tîrmeha 2022an li gundê Perexê yê Zaxoyê ku di encamê de 9 geştyaran canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn, nerazî ne.

Çend roj piştî bûyera bombebarana Perex a Zaxoyê ji aliyê Tirkiyê ve, li ser daxwaza Iraqê, Wezîrê Derve yê Iraqê, nûnerên 15 welatên endamên Encûmena Asayişa Navdewletî û nûnerê Tirkiyê li Encûmena Asayişa Navdewletî civiyan. Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên di axaftinekê de daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir ku çend biryaran li ser derxistina artêşa Tirkiyê ji nav axa Iraqê û derxistina PKKê bide.

Şeva borî jî Hakan Fîdan li Bexdayê bi Serokê Hevpeymaniya Serweriyê ya Suneyên Iraqê Xemîs Xencer û çend serkirdeyên din re civiya.

Endamê Fraksiyona Serweriyê ya Parlamentoya Iraqê Mihemed Beyatî ji Rûdawê re ragihand, “Serokê Hevpeymaniya Serweriyê û Hakan Fîdan şeva borî li Bexdayê civiyan lê li ser naveroka civînê de em tiştekî nabêjin.”

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Xemîs Xencer di Sibata 2022an de bi hev re serdana Tirkiyê kiribûn û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re civiyan, di civînê de Hakan Fîdan jî amade bû.

Serdana Hakan Fîdan bo Iraqê hevdem e ligel berdewamiya nakokiya siyasî ya ji ber paşxistina pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ku bûye cihê nakokiyên sereke di navbera Tevgera Sedr û Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan de.

Derbarê proseya siyasî û proseya hikûmetê de Fîdan di civîna bi serkirdeyên Sune re teqezî li ser yekrêziyê kiriye û daxwaz ji Xemîs Xencer û Mihemed Helbûsî kir ku yekrêz bimînin.

Di hevdîtinan de Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyê (MIT) behsa girîngiya Iraqê di warê aborî û ewlehiyê de bo welatê xwe jî kiriye.

Hefteya borî, Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê ragihandibû, Iraq piştî Almanya û Amerîkayê bazara herî mezin a Tirkiyê ye ku tenê di meha Tebaxê de bi nirxê milyarek 254 hezar dolar kelûpelên Tirkiyê bo Iraqê hatine hinardekirin.

Li gor amarên Wezareta Geştiyariyê ya Tirkiyê tenê di meha Tîrmehê de 140 hezar geştiyarên Iraqî serdana Tirkiyê kirine.

Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Alî Riza Guney beşdarî civînan nebûye û ev yek jî nîşan dide ku mijara Iraqê bi MITê re ye, ne girêdayî Wezareta Derve ya Tirkiyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst