Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Em ji bo armanceke gelekî girîng li Îraqê ne

04-01-2024
Diyar Kurde û Matthew Miller / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Diyar Kurde û Matthew Miller / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Bexda Êriş Heşdî Şebî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got, “Hêzên me li ser xwesteka Hikûmeta Îraqê ji bo armanceke gelekî girîng li wê derê ne.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê de bersiv da pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.

“Berpirsiyariya Hikûmeta Îraqê heye”

Matthew Miller da zanîn ku Amerîka li ser xwesteka Hikûmeta Îraqê li wê derê ye û got, “Berpirsiyariya Hikûmeta Îraqê heye ku li hemberî wan grûpên êrişî Amerîkayê dikin gavan biavêje.”

“Em dudilî nabin”

Matthew Miller, pirsa Diyar Kurde ya bi şiklê “Heke Îraqê nekarî van grûpan rawestîne hûn dê çi bikin?” bi vî awayî bersivand:

“Her dema ku pêwîst bû em ji bo parastina xwe dudilî nabin. We jî berê ev dîtiye.”

“Em ji bo têkoşîna bi terorê re li Îraqê ne”

Matthew Miller li ser mijara ku fermandarekî û Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê pê li ala Amerîkayê kiribû wiha axivî:

“Ez tiştekî li ser wê mijarê nabêjim, hêzên me li ser xwesteka Hikûmeta Îraqê ji bo armanceke gelekî girîng li wê derê ne.

Em ji bo têkoşîna bi terorê re li Îraqê ne û ev jî di berjewendiya gelê Îraqê de ye.”

Çi bûbû?

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir li Îraq, Herêma Kurdistanê, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar herî kêm 100 carî êrişî hêzên Amerîkayê kiriye.

Grûpa çekdar a ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” bi nav dike piraniya van êrişan dixe stûyê xwe.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), li Îraq û Sûriyeyê di navbera 17.10.2023 û 09.12.2023yan de 78 caran bi dron û mûşekan êrişî hêzên wan hatiye kirin.

37 ji van êrişan li Sûriyeyê û 41 ji wan jî li Îraqê pêk hatine û di van êrişan de herî kêm 60 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.

Demên dawiyê êrişên ku li Hewlêrê hêzên Amerîkayê dikin hedef zêde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst