Hewlêr (Rûdaw) - Leşkerekî Kurd ê Êzidî yê endamê Hêzên Parastina Sînoran ên Îraqê, li parêzgeha Enbarê ya li rojavayê Îraqê ji ber ku bayê reş ê xurt xala çavdêriyê hilweşand canê xwe ji dest da.
Endamê Encûmena Parêzgeha Nînovayê Îdan Şîvan Şêx Kalo bûyer ji Rûdawê piştrast kir û got, navê leşker Şemo Xudêda Reşo ye û ji Gundê Til Izerê yê Şingalê ye.
Her li ser vê mijarê, Macîd Xudêda birayê leşker, ji Rûdawê re got, "Birayê min di Hêzên Parastina Sînoran ên Îraqê de li navçeya Husêybiyê ya parêzgeha Enbarê li ser wezîfeyê bû.
Şeva borî ji ber rabûna bayê reş ê xurt, xala wan hilweşiyaye."
Macîd Xudêda her wiha got ku ji ber bûyerê, Şemoyê birayê wî canê xwe ji dest daye û çend leşkerên din jî birîndar bûne.
Temenê Şemo Xudêda Reşo nêzîkî 40 salî bû, zewicî û bavê pênc zarokan bû.
Termê wî dê li bajarokê Sinûnê yê qezaya Şingalê bê veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse