Girtiyên berê yên Zindana Amedê dixwazin zindan bibe muzexaneyeke şermê

05-09-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Girtiyên berê yên Zindana Amedê/Wêne: Rûdaw
Girtiyên berê yên Zindana Amedê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Zindana Amedê Girtî Mûzexane
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Girtiyên ku di Zindana Amedê de mane û piraniya xelkê Amedê dixwazin ev girtîgeh bibe muzexaneyeke şermê.

Zindana Amedê di 20ê Çiriya Pêşîn a 2022yan de bi biryara Hikûmeta Tirkiyeyê hate valakirin.

Ji wê rojê ve nîqaşên li ser vê girtîgehê her diçe zêdetir dibe.

Nurî Sinir yek ji wan girtiyan bûye ku li vê zindanê rastî her cure şkenceyê hatiye.

Nûrî Sinir li ser Zindana Amedê pirtûkek nivîsandiye û qala şkenceya wan rojan dike.

Sinir piştî 30 salan hatiye ber derê vê zindanê û dixwaze ev der bibe muzexane.

“Em dixwazin Zindana Amedê bibe muzexane”

Nivîskar û girtiyê Zindana Amedê yê berê Nurî Sinir got:

“Li Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê Emnesor kirine mûze.

Li Tirkiyeyê jî li Enqere Ulucanlar û Sînopê kirine mûze.

Li cîhanê jî mînakên wê hene. Em jî dixwazin ev der bibe muzexane.”

Girtiyên ku li Zindana Amedê rastî zordestiyeke mezin hatine, valakirina girtîgehê wekî gaveke erênî dibînin.

Lê ji hikûmetê dixwazin gavên erênîtir bavêjin û bihêlin bila nifşê nû bibînin ka li Zindana Amedê çi hatiye serê Kurdan.

“Tiştên li derveyî mirovahiyê çi hebe bi me kirin”

Mexdûrê şkenceya Zindana Amedê Qudbedîn Yildiz anî ziman:

“Ê jiyane ew dizanin çawa ye. Her tiştî bi me kirin. Tiştên li derveyî mirovahiyê çi hebe bi me kirin.”

“Heta roja ez derketim jî bi şev û roj şkence li me kirin”

Mexdûrê şkenceya Zindana Amedê Salih Kaplan diyar kir:

“Heta roja ez ji girtîgehê derketim jî şev û roj şkence li me kirin.”

Li ser navê girtiyên ku li Zindana Amedê mane komek hatiye avakirin.

Endamên vê komê li ber zindanê civiyan û daxwazên xwe yek bi yek rêz kirin.

“Divê Zindana Amedê ji bo rûbiribûna şkenceyên cuntayê ji nifşên paşerojê re bê hiştin”

Berdevkê Koma Girtiyên Cano Amedî  wiha axivî:

“Zindana Diyarbekirê divê ji bo armancên din neyê bikaranîn.

Divê tenê ji bo rûbiribûna şkenceyên cuntayê ji nifşên paşerojê re bê hiştin.

Divê weke muzexaneyeke hafizeyê bê avakirin.”

Di navbera salên 1981 û 84an de li Zindana Amedê 34 girtî bi şkenceyê hatin kuştin û bi sedan girtî jî ji ber îşkenceyê seqet man.

Li ser vê girtîgehê gelek fîlm û belgefîlm hatine kişandin, helbest hatine nivîsandin û stran hatine çêkirin.

Zindana Amedê li cîhanê di nava 10 zindanên herî xirab de tê naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst