Viyan Sebrî: Kurd dixwazin hikûmeta nû berdewamiyê bide rêkvtinên serdema Ebdulmehdî

05-02-2020
Helkewt Ezîz
Helkewt Ezîz
Seroka Fraksyona PDKê li parlamentoya Iraqê jî dibêje, nabe pişka Kurdan di kabîneya nû de ji postên di kabîneya Adil Ebdulmehdî de kêmtir be.
Seroka Fraksyona PDKê li parlamentoya Iraqê jî dibêje, nabe pişka Kurdan di kabîneya nû de ji postên di kabîneya Adil Ebdulmehdî de kêmtir be.
Nîşan Iraq Kurd Mihemed Tofîq Ellawî PDK Viyan Sebrî
A+ A-

Bexda (Rûdaw) - Serokezîrê raspadî yê Iraqê ji bo pêkanîna kabîneya xwe ya nû, li gel aliyên Şîe dest bi gotûbêjan kiriye û biryar e di çend rojên bê de li gel aliyên Kurd jî bicive. Seroka Fraksyona PDKê li parlamentoya Iraqê jî dibêje, nabe pişka Kurdan di kabîneya nû de ji postên di kabîneya Adil Ebdulmehdî de kêmtir be. Viyan Sebrî tekez dike, ku Kurd dixwazin hikûmeta nû berdewamiyê bide rêkevtinên serdema Adil Ebdulmehdî.

Li gorî zaniyariyan, Mihemed Tofîq Ellawî dixwaze hemû wezîrên kabîneya Adil Ebdulmehdî biguhere, lê destpêkê dixwaze nerîn û helwesta raya giştî û aliyên siyasî werbigire.

Seroka Fraksiyona PDKê li parlamentoya Iraqê Viyan Sebirî jî dibêje,  dê kurd hemû wan postên xwe wergirin, yên ku di kabîneya Adil Ebdulmehdî de hebûn û tekez kir, nabe pişka Kurdan ji wan postên niha kêmtir bin.

Viyan Sebrî dibêje: “Bêşik em wek pêkhateya Kurd dê heqê xwe werbigrin, eger ku hikûmeta nû pêk bihê, herwiha em dixwazim kabîneya nû berdewamiyê bi wan jihevtêgihîştin û rêkevtinan bide ku di serdema Adil Ebdulmehdî de û sala 2019 di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine îmzekirin.”

Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir jî daxwaz ji xwendekaran kir, ku dest bi dewama xwe bikin, lê piraniya xwepêşanderan guh nedane wê daxwaza Sedir û li meydana Tehrîr a Bexdayê li dijî Mihemed Tofîq Ellawî siloganan dibêjin.

Fraksyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parlamentoya Iraqê jî wiha dibîne, ku pirsgirêka Kurdan li ser corê wezaretan nîne û pişka Kurdan di kabîneyê de girêdayî danûstandinên serokwezîrê erkdarkirî û aliyên Kurd e.

Berdevkê Fraksyona YNKê li parlamentoya Iraqê, Dr. Mîran Mihemed jî dibêje: “YNK û PDKê ti kêşeya wan li ser corê wezaretan nîne, paşê danûstandin dê rola xwe hebe ku dê li gel Kurd û partiyên din bike, eger wezîrek bixwe xirab be û aliyên Iraqî daxwaza wê wezaretê bikin, dê guhertin bihê kirin, lê bi awayekê giştî pirsgirêka Kurdan tinebûye di nava proseya siyasî ya Iraqê de.”

Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji hin çavkaniyên taybet bi dest xistine, heta niha Serokwezîrê Raspartî yê Iraqê Mihemed Tofîq Ellawî lîsteya kabîneya xwe amade nekiriye û ti kes ji bo ti postan destnîşan nekiriye, lê belê destpêkê dixwaze helwest û nerîna raya giştî û aliyên siyasî werbigire, paşê û berî bidawîhatina dema diyarkirî ya destûrî ku 26 roj jê mane, dê pêkhateya kabîneya xwe pêşkêşî parlamentoya Iraqê bike.

Mihemed Tofîq Elawî kî ye?

Mihemed Tofîq Ellawî di sala 1954ê de li navçeya Kerda ya Bexdayê jidayîk bûye û di sala 1977an de ji Iraqê derketiye û çûye Lubnanê.

Li Zankoya Amerîkî ya Beyrutê beêda endazyariya bînasaziyê xwendiye û bo heyameke dirêj li Lubnan û Brîtanyayê maye.

Endamê Encûmena Aborî û Civakî li Neteweyê Yekbûyî bûye, herwiha bo heyamekê bûye şêwkarê Rêxistina Mafên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî.

Endamê Partiya Dawa ya Îslmî bûye û ligel Eyad Ellawî di sala 2005ê de lîsteya bi navê Lîberalên Iraqê saz kirin. Di sala 2006an de bû endamê parlamentoya Iraqê û di 2006-2007ê de Wezîrê Guhestin û Gihandinê bû di kabîneya Malikî de û Sala 2010ê bû Wezîrê Guhestin û Gihandinê di kabîneya duyem a Malikî de.

Sala ‎‎2012ê ji ber pirsgirêkên ligel Malikî dest ji kar kişand

Di sala 2012an de ji ber pirsgirêkên ligel Malikî dest ji kar kişand.

Kesekî nêzîkê Mihemed Baqir Sedir bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst