Şewata li dawetê: Hejmara miriyan bû 113

02-10-2023
Nîşan Hemdaniye Dawet Şewat Mirî Hejmar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêvebiriya Tenduristiyê ya Nînowayê da zanîn ku hejmara kesên li hola dawetê mirine bûye 113.

Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Di encama şewatê de 107 kesan canê xwe ji dest dabû, bi sedan kes jî birîndar bûbûn.

Rêvebiriya Tenduristiyê ya Nînowayê ragihand ku hejmara miriyan bûye 113.

Rêveberiyê ragihand ku wan 12 birîndar ji bo tedawiyê şandine derveyî Îraqê û ji bo şandina 8 birîndaran jî amadehiyan dikin.

Rêvebiriya Tenduristiyê ya Nînowayê destnîşan kir ku li Nexweşxaneya Mûsilê 3 birîndar hene ku piraniya laşê wan şewitiye.

Rêvebiriyê destnîşan kir ku li Nexweşxaneya Hemdaniyeyê jî 5 birîndar tên tedawîkirin, 2 birîndar jî baş bûne û çûne malên xwe.

Li aliyê din, li Hewlêrê 11, li Dihokê jî 6 birîndar tên dermankirin.

Tiba Dadî ya Nînowayê jî diyar kir ku heta niha masnameyên 37 miriyan nehatine eşkerekirin.

Lijneyeke Îraqê li cihê bûyerê lêkolîn kiribû û ragihandibû ku şewat di encama agirbaziyê (fîşekên hewayî) de derketiye.

Serokê Lijneya Lêkolînê Sed Falih Kesar Dilêmî diyar kiribû ku di encama teqînê de 107 kesan canê xwe ji dest daye û 82 birîndar hene.

Sed Falih Kesar Dilêmî herwiha destnîşan kir ku 600 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst