McGurk: Mihemed Elawî bijardeyekî bihêz e û hêjayê piştgiriyê ye

01-02-2020
RÛDAW
Nîşan Mihemed Tofîq Elawî Iraq Brett McGurk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê berê yê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Brett McGurk ragihand ku Mihemed Tofîq Elawî bijardeyeke bihêz e bo postê serokwezîr û hêjayê piştgiriyê ye.

Helwêsta Brett McGurk piştî wê yekê hat ku îro roja Şemiyê Mihemed Tofîq Elawî ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hat rasipardin.

Brett McGurk li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku Mihemed Elawî bijardeyekî bihêz e bo postê serokwezîrê Iraqê û got: “Lê heman asteng tên pêşiya wî bi saya pêkhateya Parlamentoya Iraqê piştî hilbijartina sala 2018ê.”

McGurk dibêje: “Bila hêvîdar bin bikaribe reforman cîbicîh bike û Iraqê ber bi hilbijartineke nû bibe bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî, ew hêjayê piştgiriya tam û bilez a Amerîkayê ye.”

Li gor benda duyem a Maddeya 76 a Destûra Iraqê, divê Serokwezîrê rasipardî ji roja rasipardina ji aliyê serokomar ve, di dema 30 rojan de kabîneya hikûmeta xwe pêşkêşî parlamentoyê bike bo bidestxistina baweriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst