Mesrûr Barzanî Cîgirê Rêveberê SOMOyê destnîşan kir

03-08-2023
RÛDAW
Nîşan Hemdî Şingalî Herêma Kurdistanê Iraq SOMO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mesrûr Barzanî li gor rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de Dr. Hemdî Îlyas (Hemdî Şingalî) wekî Cîgirê Rêveberê SOMOyê erkdar kir.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand:

“Ji bo ku rewatiya federaliyê wergire û nûnerê Herêmê di nav rêveberiya kompanyayê de amade be, Serokwezîr Mesrûr Barzanî Dr. Hemdî Îlyas (Hemdî Şengalî) wekî Cîgirê Rêveberê Kompanyaya Firotina Petrolê ya Îraqê (SOMO) destnîşan kir.”

Pêşewa Hewramanî herwiha anî ziman, “Piştî erêkirina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Wezareta Petrolê ya Îraqê fermanek derxist û wî di kompanyaya SOMOyê de dest bi kar kir.”

Dr. Hemdî Şingal di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wekî nûnerê taybet ê serokwezîriyê yê ji bo pêwendiyên welatên Ereban hatibû destnîşankirin.

Ew, berê Rêveberê Giştî yê Pêwendiyên Navdewletî yê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bû û doktoraya xwe di warê yasaya avakirina dewletê de wergirtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst