Elî Xamineyî Îsraîl tehdît kir: Xwîna Nasralah li erdê namîne

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hesen Nasrallah Elî Xamineyî Îran Îsraîl Libnan Hizbulaha Libnanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Îslamî yê Îranê Elî Xamineyî diyar kir ku dê xwîna Hesen Nasralah li erdê nemîne û 5 roj şîn ragihand.

 Elî Xamineyî piştî kuştina Sekreterê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah peyamek belav kir.

Elî Xamineyî gef li Îsraêl xwar û tekez kir ku dê xwîna Hesen Nasralah li erdê nemîne.

Elî Xamineyî di peyama xwe de amaje bi operasyonên Eniya Berxwedanê kir û wiha got:

“Cihana Îslamê kesayetiyekî mezin ji dest da, Eniya Berxwedanê aldarekî xwe ji dest da.”

 Dê gurzê Eniya Berxwedanê ya li ser bedena rejima siyonîst bihêztir dibe.

Rejima siyonîst di vê bûyerê de serkeftî nebûye.

Hesen Nasralah rêyek û dibistanek bû û dê rêya wî berdewam bike.

Xwîna Seyid Ebas Mûsewî li erdê nema û dê xwîna şehîd Seyid Hesen jî li erdê nemîne.”

Artêşa Îsraîlê îro serê sibehê diyar kir ku di bombebarana Beyrûtê de Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah hatiye kuştin.

Hizbulaha Libnanê jî piştî nîvro kuştina Hesen Nasrallah piştrast kir.

Li aliyê din, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku cîhan ji bîr nake ku biryara kuştina Hesen Nasralah li Amerîkayê hatiye dayîn.

Îsraîlê doh Beyrût bi tûnd bombebaran kiribû û li gorî medyaya Îsraîlê armanca bombebarankirinê kuştina Hesen Nasralah bû.

Hizbulaha Libnanê jî diyar kiribû ku wan li dijî wan êrişên Îsraîlê dest bi avêtina mûşekan kiriye û tola xwe standine.

Ji ber êrişên Îsraîlê bi hezaran Libnanê berê xwe didin Sûriyeyê û ji Libnanê derdikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst